Rojnameya Ronahî

Xwendekarên Zanîngeha Rojava 8`ê Adarê pîroz kirin

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê  Roja Cîhanê ya Jinan, xwendekarên Zanîngeha Rojava li navenda zanîngehê ya bajarê Qamişlo şahiyek li dar xistin.

Bi boneya nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Cîhanê ya Jinan Meclisa Xweser ya zanîngeha Rojava şahiyek li navenda zanîngehê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpê kir. Û bernameya şahiyê ji hêla berdevka xwendekaran Nisrîn Yûnis ve hat diyar kirin.

Piştre li ser navê Meclisa Xweser ya Zanîngeha Rojava Narîman Menteş axivî.

Nisrîn di destpêka axaftina xwe de bi xêr hatina hemî mêvanan û xwendekaran kir, herwiha  Cejna Cîhanê ya jinan li hemû jinên kedkar û li hemû dayikên şehîdan pîroz kir û wiha got: “Jin hêvî û bingeha civakê ne.”

Piştî wê koma mûzîkê ya hunermend Dilîn Ehemd çend stran pêkêş kirin, piştre koma çand û huner ya Qidûr Bek jî bi pêşkêşkirina stran û awazên xwe tevlî şahiyê bûn, şahî bi gerandina govendê û tilêliyên dayik û jinên ciwan bi dawî bû.