Rojnameya Ronahî

Bi 8`ê Adarê wê jin bibin bersiva dîrokê

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokê Desteya Hundirûn a kantona Cizîrê Keni’an Berekat û rojnemevan Rustem Başûr diyar kirin ku 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî ne tenê ji bo jinan, ji bo civakê roja têkoşîn û azadiyê ye.

Li dijî bindestî, koletî û zihniyeta baviksalarî ya zilamê seredest ku bi hezarê salin li dijî jinê hatiye meşandin, gelek jinên leheng ji bo azadiya jinê pêşengî kirine û destanên dîrokî nivîsandine. Bi taybetî berxwedan û têkoşîna jinên kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye sembol, ji her kesî re eşkere ye. Mînaka vê berxwedana bêhempa jî, têkoşîna şehîd Bêrîtan, Zîlan, Avêsta , Sara û bi hezaran jinên di nava Tevgera Azadiyê ku ji jinên cîhanê yên azadîxwaz re bûne, sembol bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna jinên kurd di dema niha de li ser asta Kurdistanê gelek guhertin di zihniyeta mêran de çekiriye , herwiha jin di tevahiya qadên jiyanê de bûne pêşeng û bi rihê 8’ê Adarê civak û gel bi rêve dibin.

Derbarê 8`ê Adarê Roja Cîhanî Ya Jinan hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenian Berekat û rojnemevan Rustem Başur ji Rojnemeya me re axivîn.

Rustem Başûr di desatpêka axaftina xwe de wiha got: “Civaka mirovan, li ser hîmê jin, jiyan û xwebûnê afrîneriya xwe domdar kiriye. Ev rastiya mezin hebûn bi jiyanê, jiyan li gel hêza manewî û afrînera xwebûnê ya jinê bi heqîqet kiriye. Afrînerî, xisleteke ya berdewamiya jiyanê ye. Her ku jinê, afrîneriya efsanewî ya jiyanê bê dawî kir, rastî jiyaneke dûrê hebûn û cewherê xwe hat. Jiyana ku dûrî hebûn û heyîna jinê, di dirêjahiya dîrokê de hêlîna xwe di mêjî û hestên mêrê ku hesûdî jiyana jinê de çêkiribû. Êdî ew roj bûn para jiyana jinê û roj bi roj, kêlî bi kêlî jiyan ji jinê û jin ji jiyanê biyanî bûbû. Ew biyanîbûn bi qasî dûrbûna erd û ezman ji hev dûr bû.”

‘Jin lêgerîn û berdevka civakê ya herî pêş e’

Rûstem diyar kir ku dîroka mirovahiyê xwe di nava avabûna cih û demê de avakir, cîhana mêr ya ku xwe serdest kiribû, di peyî hewsa bi destxistina tevahî nirxên civakê yê di kesayeta jinê de hatine sembolkirin bû. û wiha domand: “Ji hev xistin, ketin û îxaneta mezin ya mêr ku li jiyanê kir, êdî sira jiyan û xwebûnê bi xistina jinê re di asta herî jor de veguherî pirsgirêkeke herî kûr ya tevahî civakê ye. Ev pirsgirêka kûr ya civakê bi hezaran sale nehate çareserkirin û hîna jî li benda çareseriyê ye. Her wiha mirov ji xwe re nebêje me ji ku dest pê kir û em niha li ku ne, nikare bikeve kûrahiya rastiya dîroka hatiye jiyîn. Ji bo xwe gîhandina kûrahiya dîrokê, roja 8’ê Adarê û tevahî rojên di şahidî ji hezaran bûyerî re kiriye û nayê jibîrkirine. Bi dirêjahiya salan de, Rêber Apo ev pirsgrêk bi awayekî hûrgulî tesbît kir û wiha anî ziman ‘Heta ku jin azad nebe civak azad nabe’. Di navenda hemû pirsgrêkan de, pirsgrêka jin heya civak bi avabûna jinê bi wate dibe û di dîroka mirovahiyê de bi gelek awayan hatiye tesbîtkirin ku jin-dayik xwediya lêgerîn û berdevka civakê ya herî pêş e.”

Zehniyet

Rustem Başûr di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pirsa herî pêşî ya ku mirov li xwe bike ew e: Gelo zilamtî çi ye? Mirov çawa û bi çi rengî dikare şîrove bike? Ger em îro ji zilamekî pirs bikin ku zilamtî çi ye û çawa ye, dê pir zêde bersivekî neyê dayîn, ango wê nikaribe li bersivê bi awayekî rast fam bike. Dema mirov bibîne ku di bersivdayînê de zihiniyetekî paşverû yê girêdayî zilamê serdest e, dê derkeve holê. Lê ji fikir û felsefeya Rêber Apo daye me, dixwazin xwe bigihînin wateya rast a vê babetê. Bêguman mirov dikare diyar bike ku her kesek di nava tevgera azadiyê de cihê xwe digire, li hemberî vî mijarî têkoşînekî bê hempa tê dayîn ku ji zihinyeta damezirîner a 5 hezar sal xwe rizgar bike û xwe bigihîne kesayeta pêşeng a Mazlûm û Zîlanan.”

‘Ji mêr re têkoşînekî pir alî dive’

Rojnemevan Rûsten Başûr axaftina xwe wiha qedand: “Ev rastiyeke domdar e ku ji bo jiyaneke azad pênasekirina zilam û guherîna zilam barekî gelek giran e, lê pêdiviyekî pir pêwîste. Ji ber ku çîroka serdest a mêr, di heman demê de çîroka dagirkirina li ser jinan e. Di vê xisletê de mêr dikin kirde û ew dikare her tiştî bi dest bixe, lê jin ne tu tişt e. Herwiha guherîna mêr têkoşînekî pir alî divê ku bikaribe bi ser xwe ve were û ji kevneşopiya dembûrî rizgar bibe. Lê pêwîst dike ku li hemberî wê jî hewldanekî mêr hebe ku xwe ji vê babetê rizgar bike.”

‘Heta ku jin azad nebin, mêr jî azad nabin’

Di heman çarçoveyê de Kenian Berekat cejina 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Jin bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe ronî kir, her wiha Rêber Abdullah Ocalan di hemû pirtûkên xwe de beşek jê ji bo azadiya jinê nivîsandiya. Li gorî ku tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin jî, lê azadiya xwe bi azadiya jinê ve girêdaye. Bi hezaran jinên Kurd ku di nava tevgera azadiya Kurdistanê di her çar parçan da xwe kirine cangorî, ji bo doza gel û welatê. 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, roja hemû mirovên kedkar û mafparêzên cîhanê ye. Roja wan kesane,  ku ewin yên ku mil bi mil bi jinan re dadikevine meydana xebata berxwedanê ji bo cîhaneke bê şer û alozî, bê çewsandin û zilm, ked û xwîna xwe didin. Ji bo ku di nava aştî û biratî û wekheviyê de bi jîyaneke azad û bi rumet û bi bextewerî bijîn. Bê guman di dinyayekê ku di jêr desthelatîya mêran da dinale, xebata jinan gelek girîng e. Her wiha heta ku jin rizgar nebin, mêr jî rizgar nabin.”

 ‘Jin bingeha civakê ye’
Kenian di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Meha Adarê bi çalakî, berxwedan û mîtîngan tijiye. Jin rojane di nava çalakiyan de ne. Pêşengiyek di wê rojê de hat kirin jinan serî hilda û roj bi roj pêl bi pêl jinan têkoşîna xwe mezintirkirin û li hember desthilatdariyê li berxwedan. Di Şoreşa Rojava de hêdî hêdî sînorên ku ji jinan re hatibûn danîn tên şikandin, jin li hember desthilatdariyê û zehiniyeta zilam dibin yek helwesta  8’ê Adarê tê wateya hevgirtina jinan û îspatkirina hêza wê ya ku koletî qebûl nekir, bi zehnîyeta ku îro jin pê bang dikê û dibêje ez li hemberî koletiya ku bi salan li ser min hatiye meşandin êdî bese, jin di cîhanê de jiyane, hêze. Hêviye û çareseriye. Em dibînin ku jin bingeha civakê ye û aşîtiye, ji ber vê yekê em dibêjin Jin Jiyan Azadî û 8`ê Adarê li tevahî jinên kedkar, tekoşer û berxwedêr pîroz dikin.”