Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi milyonan mirov azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin

05/03/2024
in NÛÇE
A A
Bi milyonan mirov azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endama Insiyatîfa Suriyêyê ya ji bo azadiya Rêber Apo Nuha Omer diyar kir ku pêngava komkirina îmzeyan di nava gel de gihîştiye asteke bilind, ji pêkhateyên kurd, ereb, suriyan û aşûr ve, zêdeyî milyonek û nîv îmze hatine komkirin, her wiha ev yek diyar dike ku her kes êdî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dixwaze.

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Apo, di 9’ê Sibatê de li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kampaniya komkirina imzeyan hat destpêkirin û tevahiya gelên herêmê bi awayekî girseyî tevlî dibin. Li gorî agahiyên ku ji komîteyê hatiye girtin heta niha jimara imzeyên ku hatine komkirin milyonek û nîv derbas kir. Ev imzeyên ku tên komkirin wê ji bo sazî û rêxistinên mafên mirovan yên cîhanî re bên şandin.

Herwiha li gorî planê wê zêdetirî 3`ê meliyon îmze werin komkirin, ev jî di hindirê Bakur û Rojhilatê Suriyê û derveyî wê jî bên komkirin. Beriye niha jî ev pêngav hatibû destpêkirin û bi tevlîbûneke xurt hat kirin, bi taybeyt pêkhateyên Ereb rolekê pir mezin di komkirina îmzekirina ji bo azadiye fîzîkî ya Rêber Apo de lîst.

Derbarê kampaniya komkirina imzeyan endama Insiyatîfa Suriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nuha Omer ji Rojnameya me re axivî.

‘Komkirina îmzeyan di nava gel de gihîştiye asteke bilind’

Nuha Omer bal kişand li ser kampaniya komkirina îmzeyan û asta tevlîbûna gel û wiha got: “Di 9`ê Sibatê de me daxuyanî da ji bo destpêkirina pêngava komkirina îmzeyan û ragihandina wê. Her wiha ev kampanî jî dikeve çarçoveya pêngava cîhanî a ‘ji Rêber Apo re Azadî û ji pirsgirêke kurd re çareserî’ ku di 10`ê Cotimeha 2023`an hat destpêkirin, tê meşandin. Kampaniya komkirina Îmzeyan ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê hat destpêkirin, wê heya 4`ê Nîsanê dewam bike. Wekî komkirina îmzeyan di nava gel de gihîştiye asteke bilind, ji pêkhateyên kurd, ereb, suriyan û aşûr bi hijmarekî pir bilind heya niha îmze hatina kirin, hijmara îmzeyan gihîştiye zêdeyî meliyonek û nîvê . Ev jî tê wateya ku êdî her kes azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî di xwazin. Her wiha ev komkirina îmzayan jî wê di dawiyê de radestê Mecilsa Yekîtiya Ewropayê wê were kirin.”

Pêngava nameyan

Nuha wiha dewam kir: “Em wekî Insiyatîfa Suriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, me di 29`ê Sibatê de, dest bi pêngavek din kir ew jî nameyeke ji bo 11 rêxistin û saziyên cîhanî yên hiqûqî, tendirostî û mirovê ne û her sazî, deste, rêxistin û partî wê li ser navê xwe wê bi riya îmail were rêkirin. Armanca me jê ew e ku bi hemû aliyan û rêbazan em azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk binin û her kes pêşdarî vê pêngavê bibe, di heman demê de ku çalakî hîn zêdetir xurt û aktîv bibin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Nuha Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê kampaniya komkirina îmzeyan de jî hêviya me bi gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê pir mezine ku vê tecrîdê bidin şikandin. Her wiha em ê azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî pêk bînin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.