Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Êzidiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û got, “Her kes bi navê mirovahiyê deyndarê Êzidiyan e.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand, mirovên di Qirkirina 3’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û ji bo jin û zarokên hatine revandin jî got, ew “sonda têkoşînê” ne. KCK’ê destnîşan kir ku dawîanîna li fermanên li ser Êzidiyan tê wateya qedandina komkujî û zextên li ser hemû gelên Rojhilata Navîn.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Civaka me ya Êzidî ji ber ku xwedî dîrokeke qewîn e û yek ji civakên qedîm e, li gel 74 fermanan, yanî komkujî û qirkirinan hebûna xwe parastiye û xwe gihandiye vê serdemê. Êrîşa li dijî civaka Êzidî êrîşa li dijî rabirdûya Rojhilata Navîn e. Lewma ev yek xiyaneta li dîroka Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê, Rêber Apo xwedîderketina li Êzidiyan weke xwedîderketina li hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd dîtiye û berpirsyariya li pêşberî Êzidiyan jî weke deynekî mirovahiyê nirxandiye.
Her kes bi navê mirovahiyê deyndarê Êzidiyan e. Hemû mirovahî bi taybetî jî Kurd, bi parastin û ewlekirina ziman, çand, bawerî, hebûn û nasnameya Êzidiyan dikarin vî deynê xwe bidin. Ev yek jî bi afirandina jiyaneke demokratîk û azad a ji bo Êzidiyan dibe. Ji bo careke din ferman li wan ranebe, Êzidî dixwazin li ser axa xwe bi xweparastin û bi rengekî xweser bijîn. Ji bo vê jî weke civaka demokratîk a rêxistinbûyî hewl didin xweseriya xwe pêk bînin..
Fermana 74’an a li Êzidiyan rabû dikeve sala 5’an. Di sala 5’an de wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd û hemû mirovahiyê ew e ku xwedî li jiyana xweser a Êzidiyan derkevin û destekê bidin wan. Eger Êzidî li ser bingeha xweseriyê bibin xwedî jiyaneke demokratîk û azad, wê Başûrê Kurdistanê û Iraq jî bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad.
Di salvegera fermana 74’an de em bang li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û li Rojhilata Navîn ku cih û warê exlaq, wijdan, edalet, wekhevî û heqaniyetê ye, jiyana azad û demokratîk biafirînin û vê derê ji nû ve bikin erdnîgariya şaristaniya demokratîk a mirovahiyê.”






