Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Şehîd Ferhad Dêrik bû sembola berxwedan û dilsoziya bi xaka welat re, mîrasa wî îro di nava dilê her kesê ku ji bo azadiyê têdikoşe de, dijî.

Têkoşerê Kurd Hisên Dêrik ku bi navê Ferhad Dêrik dihat naskirin di 1’ê Çileya sala 1977’an de li gundê Qidêrîkê yê girêdayî bajarê Dêrikê jidayîk bûye. Ew di nav malbatek welatparêz de mezin bûbû. Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, wî cihê xwe qada herî pêş aşoreşê de girt. Piştî salên dirêj ji têkoşîn û xebatê di 17’ê pûşbera sala 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê di encama êrişeke hov a balafireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Şehîd Ferhad Dêrik wekî siyasetmedar û rêveber ji bo yekîtiya gelên herêmê (Kurd, Ereb, Suryan û hwd.) xebatên mezin da meşandin. Di dema şehadeta xwe de, wekî Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar bû. Wî baweriyeke kûr bi biratiya gelan, edalet û wekheviyê hebû û ji bo vê armancê bi şev û roj xebitî.

Di derbarî şehadet, jiyan û kesayeta Şehîd Ferhad Dêrik de birayê wî Hesam Şiblî ji Rojnameya me re axivî.

Kurtejiyana şehîd ferhad

Hesam Şiblî diyar kir ku şehîd Ferhad Dêrik bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar û dilsoz dihat naskirin. Di rêxistinbûna gel û avakirina saziyên sivîl û leşkerî de roleke dîrokî lîst û wiha got: “Şehîd Ferhad ji zarokatiya xwe ve bi fikirê Tevgera Azadiyê bandor bûbû û hertim hûrgiliyên wî li ser wan bû, şehadeta apê wî jî bandoreke mezin li ser kesayeta wî çêkiribûn, lewma di sala 1993’an de dema şehîd Ferhad di refa 9’an de bû tevlî refên Gêrîla bû û berê xwe da çiyayên azad. Di sala 2005’an de careke din vegeriya Rojavayê Kurdistanê û kar û xebat da meşandin, lê ji hêla rêjîma Baas ve li bajarê Hesekê hat girtin û nêzî mehekî di zindanê de ma. Piştî derketina wî ji zindanê, wî careke din berê xwe da çiyayên azad û li wir karê xwe da meşandin heya sala 2010’an de. Dema min li Şamê kar dikir Ferhad têkilî bi min re kir û ji Helebê hat Şamê gel min, lê ji bo min hestekî xerîb bû ku piştî ewqas salan careke din birayê xwe bibînim. Ez û Ferhad ji bo hev du ne tenê bira bûn ji ber ku hertim ferhad ji min re digot pêwîste em pişt bin ji hev re da ku em xurt bin.”

‘Şehîd ferhad her zindî ye’

Şiblî berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Şehîd Ferhad nêzî du mehan ma li gel min li Şamê, gelek heval dihatin serlêdana me dikirin ji bo rewşa siyasî ya ku li Rojava rûdida nasbikin. Dema Şoreşa Rojava dest pê kir heval Ferhad, Mezlûm û Xebat li ser sekinîn û bûn xwedî roleke sereke di rêvebirina gel de. Mirov bi salan jî behsa jiyana şehîd Ferhad bike bidawî nabe, ji ber ku ew mînak bû di malbatê de. Tu kesî ji malbatê nedizanî ku şehîd Ferhad çi karî dike, ji ber ku tucarî nedida xuyanîkirin. Dema Şoreş ji Dêrikê Dest pê kir heya Efrînê şehîd Ferhad gav bi gav cihê xwe têde girt, bajar bi rêxistin dikirin komîn û mecalisê wê ava dikirin heya li Paytexta Şamê jî komîn û meclis ava kirin.”

‘Bîranîna Ferhad çira ku tu carî nayê vemirandin’

Şiblî axaftinên xwe domand û wiha got: “Şehîd Ferhad ji bo karên fermî û her wiha ji bo tedawiyê çûbû Başûrê Kurdistanê. Di 17’ê Pûşbera sala 2022’yan de, dema ku li nêzî herêma Kelar a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bû, rû bi rûyê êrişeke hov a balafireke bêmirov a dewleta Tirk bû. Di encama vê êrişa terorîstî de, Ferhad Dêrik tevî çend hevalên xwe gihiştin asta şehadetê. Şehadeta Ferhad Dêrik ji bo me êşek bû dema min agahî bihîst min bawer nedikir ji ber ku piştî evqas sal ji dûrbûnê me nû Ferhad li ber çavê xwe dîtibû. Lê ne tenê ji bo min gelek bû hat dîtin ku çiqasî gel bi çûyîna wî bandor bû, ji ber ku ew bi kur ve diçû li pey xwe şopek dagirtî hezkirin û dilsozî dihişt. Piştî şehadeta wî bavê min bi demeke kin çû serdilovaniya xwedê û dayîka min jî rastî gelek nexweşiyan hat û wê jî jiyan bê ferhad qebûl nekir çû ser dilovaniya xwedê.”

Birayê Şehîd Ferhad Dêrikê Hesam Şiblî axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Piştî şehadeta wî, ji bo zindîhiştina nav û armancên wî xebatên girîng hatin kirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn akademiyek bi navê wî ava kir ku tê de bi sedan kes li ser fikra azadiyê û parastina nirxan tên perwerdekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
Bi Kamîreya Narama Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi Kamîreya Narama Mihemed

17/06/2026
Rola jinên Kurd di parastina hunera çêkirina tevnê de
CIVAK Û JIYAN

Rola jinên Kurd di parastina hunera çêkirina tevnê de

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.