Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li çar aliyên cîhanê banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, bi wesîleya salvegera çaremîn a “Qirkirina 74’an” a 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê li civaka Êzidî hate kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KONGRA GEL bi bîr xist ku ji bo şermezarkirina Qirkirina 3’ê Tebaxê û daxwaza qebûlkirina statuya Şengalê, wê li çar aliyên cîhanê çalakî bên lidarxistin û ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan û tifaqên wî berpirsyarê sereke yê komkujiyê ye û PDK, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî jî şirîkên komkujiyê ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi destê çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê qirkirina Êzidiyan a 74’an hate kirin. Em di salvegera çaran a vê qirkirinê de ne. Aqûbeta bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin hîn nayê zanîn. Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî tevî ku zanin Erdogan patronê DAÎŞ’ê ye, xwe li pêşberî vê yekê kerr kirin û polîtîkayên tinekirina Kurdan bi taybetî Êzidiyan ji nedîtî ve hatin. Lewma ev saziyên navneteweyî jî ji vê komkujiyê berpirsyar in.
PDK’ê ku Êzidiyê li Şengalê bê çek û bê parastin avêt ber çeteyên DAÎŞ’ê, şirîkê herî mezin ê sûcê komkujiyê ye. Ev rastî bi ti awayî nayê nixumandin..
EM XWEDÎ LI STATUYA ŞENGALÊ DERKEVIN
Hemû mirovahî û saziyên navneteweyî deyndarê civaka me ya Êzidî ne ku 74 caran ferman li wan rabûn. Li dijî zalimên ku dixwazin wan tine bikin, divê em wijdanan hişyar bikin û pêşî li zaliman bigirin. Lewma, di serî de gelên me yên Kurdistanê, dostên me û her kesên ji xwe re dibêje ‘ez însan im’, divê tevlî çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li çar aliyên cîhanê bibin ku ji bo şermezarkirina qirkirinê û daxwaza naskirina statuya Şengalê wê werin lidarxistin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.”






