Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiya Yekitiya Suryan kongreya xwe ya 4’mîn li dar xist

03/03/2024
in NÛÇE
A A
Partiya Yekitiya Suryan kongreya xwe ya 4’mîn li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Partiya Yekitiya Suryan kongreya xwe ya 4’mîn, li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar xist û di kongerê de gelek nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn.

Îro li hola Zana ya bajarê Qamişli 4`mîn kongreya Partiya Yekîtiya Suryan li ser asta Suriyê û derveyê wê hat li dar xistin. Bi tevlîbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Mecilsa Suriya Demokiratîk, rêveber û endamên Partiya Yekîtiya Suryan, Partiyên Siyasî, Saziyên Sivîl û Ciwanên Suriyanî kongre dest pê kir. Di heman demê de bi riya zûmê re wê tevlîbûn ji derveyî Suriyê jî çêbibe.

Di destpêka kongrê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat rawistandin, her wiha sirûde suryanî hat pêşkêşkirin.

Piştra hevserokên Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm û Nezîra Kewriyê bi xêrhatina hemî mêvanên ku amede bûn kirin û kongra 4`mîn pîrozkirin û wiha gotin: “Di destpêkê de em ji hemî malbatên şehêdan re sersaxiyê dixwazin, bi taybet 3 endamên Sotoro ku 28‘ê Sibatê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li bajarê Dêrikê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Em ê heya dawî şopdarên riya wan hevalan bin û riya heqîqetê dewam bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi riya teknîk û belafirên xwe yên bêmirovî, êriş li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê dike. Bi van kiryaran sûcên pir mezin li dijî mirovahiyê pêk tîne. Lê em wek pêkhateyên Suryanî û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê, piştgiriyê didin hêzên xwe. Em ê bi yek destî û yek fikirê demokiratîk bi ser bikefin.”

Di heman çarçoveyê de hevserokê Rêveberiya Xweser Hikmet Hebîb da zanîn ku ev 12 sal di ser şoreşa Rojava re derbas bû û heya niha jî dewletên navnetewî li hemberî sûc û êrişên li ser Suriyê tê kirin xwe kor û lal dikin. Ev jî tê wateya ku her dewletek li gor berjewandiyê xwe tevdigere û naxwaze ku li Suriyayê çareseriya siyasî çêbibe. Her wiha ev kongir jî yekîtiye pêkhateyên Suriyê dide nîşandan.”

Piştî wê koma Dîlanê ya Filiklorî ya Suryanî 2 dîlan pêşkêş kirin.

Piştre Kongir bi awayekî girtî hat destpêkirin û wê tê de rêzknameya hundirîn were xwendin, piştre nîqaş li ser vê esasê wê werin kirin. Her wiha di dawiyê de jî wê hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan were hilbijartin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.