Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êzidî dikarin xwe bi rêve bibin û biparêzin

03/08/2018
in Uncategorized
A A
Êzidî dikarin xwe bi rêve bibin û biparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Azadî diyarkir ku Şengal û civaka Êzidî bi felsefeya azad ya Rêber Ocalan û piştgiriya hêzên gerîla rêya jiyana azad ji bo xwe diyar kirine. Tevgera Azadî diyar kir ku Êzidî êdî gihiştine asta xwe bi xwe bi parêzin û rêve bibin û bang li hemû rêxistinên mafê mirovan kir ku piştgiriya îradeya gelê Êzidî bikin.
Bi rast hatina 3’ê Tebaxê êrîşa li ser Şengalê Tevgera Azadî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Azadî de hat gotin ku komkujiya 3’ê Tebaxê yek ji bûyerên herî mezin ya wijdana mirovahiyê hejandi bû. Tevgerê got; “Ev êrîş di demek balkêş de pêkhat, wê demê hêzên hevpeymana navdewletî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû avakirin, herwiha ew navçe di aliyê rêvebirin û parastinê de jî dibin destê çekdarên PDK’ê de bû. Wana jî gelê Şengalê di destê çeteyên DAIŞ de hiştin. Hemû dîmenên reva çekdarên PDK’ê û komkujiya li ser jinan, zarok û revandin keçan hatîn dîtin, cîhan matmayî hişt.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana hêzên gerîla ya ji bo parastina Êzidiyan û wiha hat gotin; “Gelên cîhanê hemû bûn şahidê dîmenek yê berxwedêr, ew jî berxwedana hêzên gerîlayên HPG û YJA Starê bû. Gerîlayan karîn hezaran Êzidî ji komkujiya çeteyên DAIŞ rizgar kirin û nehiştin çiyayê Şengal bikeve destê çeteyan û parastin. Şengalî û civaka Êzidî bi piştigiriya şervanên azadiyê rêya azadî û jiyana xwe diyar kirin. Bi sedan ciwanên Êzidî bi felsefeya Rêber Apo rabûn, xwe di çiyayê Şengalê de perwerde kirin û karîn hêza parastina xwe ava bikin.”
Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Niha piştî rizgarkirina hemû Şengal û dawî anîna çeteyên DAIŞ, Êzidî gihiştine wê astê ku êdî xwe bi xwe biparêzin û rêve bibin. Emê weke erkek yê exlaq û netewî hertim piştgiriya encûmena rêveberiya xelkê Şengalê bikin. Ji bo vê em bang li hemû rêxistinên mirovî dikin piştgiriya îradeya rêveberiya gelê Êzidî bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.