Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşwazîkirina meha Remezanê

03/03/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
100 saliya komara qirker
Share on FacebookShare on Twitter
Hafiz Ahmet Turhalli_
Li gor bawermendên ola Îslamê meha Remezanê mehekî pîroz e.
Mixabin; Ev pîrozî bi kurahî ji hêla bawermendên ola Îslamê ve nayê zanîn.
Lewre têgîhaştina vê mehê û sedemên pîrozbunê nayên zanîn. Nêzikbunekî ji rêzê tê nîşandan û henekî îbadet weke adetên ji rêzê têne pêşwazîkirin.
Her tişt û her kes ne pîrozin û pîrozahî ji ber xwe ve çênebûye û çênabe! Berovajî wê; Her kes û her tişt, di bingehde xwezayîne û ji rêzêne. Tu meh anjî sal, tu kes anjî dever, jihev ne pîroztir û ne çêtirin. Lê karên ku tên kirin anjî hatine kirin, ger li gor pîvanên başiyê bin, mirov û mirovahî jê sudên baş bigre, ew dem û ew herêm jî, li ba mirovan weke pîroz tên dîtin û bibîranîn.
Meha Remezanê ji ber meha despêka dakitna Qur’ana pîroz bûye, wek pîroz û bimbarek tê pêşwazîkirin.
Ayatên Qur’anê ev meh bi vê rengî pênase kirine:
„Meha remezanê ew mehe ku têde Qur‘ana pîroz daketiye. Ewî rêya rast û hîdayet nîşanê we daye, bi nîşanên eşkere û vekirî rastî ji çewtiyê veqetandiye. Ji we kê gîhaşte vê mehê, bira rojîyê bigre.“ (Beqere 185)
Rewşa Mirovahiyê bi giştî û ya Erebên Mekkê bi taybetî tevlîhev bû! Heman kesê digotin em oldarin ehlê Xwedê ne û Xwedê herî zêde ji me hez dike ew kes bûn. Digotin em rojiyan digrin, nimêjan dikin û Xwedan mala Xwedê Hecêne. Rêya herî rast ya me ye û divê hûn li pey me werin.
Di vê mehê de Qur’an daket û got ey gelî mirovan! Ola Xwedê ne ev ole ku hun binavê wî, mirovan bixapînin û wan ji bo henekî desthelatdaran û kesên hêza wa ya maddî heye bikar bînin. Xwedê dixwaze hûn mêjiyê xwe bikar bînin û hûn wî nas bikin. Ger hûn xwe nas bikin hunê karibin Xwedê jî nas bikin.
Nabe hûn bi navê Xwedê mirovan ji rê derxînin û keda wan bidizin. Divê em ji bîr nekin dema Qur’an daket kesên digotin em oldarin û başin dij Pêxember derketin. Di rastiyê de ewan bi navê Xwedê xapandin dikirin û keda xelkê desteser dikirin.
Qur’anê got: Ji Xwedê re hevalan çênekin, van kesên bi navê Xwedê hevalan ji Xwedê re çêdikin, derew kerin, ji bo we bixapînin van karan dikin, hevdû nekujin, malê hevdû nexwin, jinan û keçikan nekujin û zilmê li wan nekin, diziyê nekin, îftîra û bohtanan lihev nekin, derewan nekin, zilmê lihev nekin, mafê hevdû binpê nekin, maddeyên hişbir bikar neynin, tiştên dij tendurustiya xwe nexwin.
Xwedê yeke û yê herî nêzê weye, tu kesekî û tiştekî nekin navbera xwe û Xweda! Ji bo di jiyanê de dadmendî pêk were kar bikin, ji hev hez bikin, hevkarî û alîkariya hevdû bikin, dijî nebaşî û zilmê tê bikoşin, xwe zana bikin û amade bin, hergav başiyan bikin.
Qur’ana pîroz ev pîvan nîşanî mirovan kirin. Got ger hun dixwazin nêzî Xweda bibin û Xweda ji we hez bike, van pîvanan di jiyana xwe de pêk bînin.
Vê mehê bi zikê birçî û tî pêşwazî bikin. Mejîyê xwe ji bo hizrandinê amade bikin, dil û wijdana xwe pêş bixin û bi xebitînin
Berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin, hêvî heye ku hûn paqij bibin.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.