Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê herkes piştgiriya gelê Êzidî bike

03/08/2018
in Uncategorized
A A
Divê herkes piştgiriya gelê Êzidî bike
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê, bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an peyamek weşand.
KCD’ê ji bo êrîşên qirkirinê yên li Şengalê got, “Şerm û sûcê herî mezin ê serdema me ye ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin.”
Daxuyaniya KCD’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“4 sal berê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi teşwîq û parastina paşverûyên Rojhilata Navîn DAÎŞ’ê êrîşî cîh û warê pîroz û qedîm Şengalê kirin û li ser civaka Êzidî komkujiyeke mezin pêk anîn. Bi hezaran jinên Êzidî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin, kirin kole, li bazaran firotin û bi îşkenceya zayendî- destdirêjiyê re rû bi rû man. Bi sedhezaran Êzidî ji neçarî cîh û warên xwe yên pîroz terk kirin û li Rojilata Navîn û Ewropayê belav bûn. Li wargehên ku lê hatine bicîhkirin di nava şert û mercên dijwar de dijîn. Zilma li Şengalê li civaka Êzidî û bi taybetî li jinan hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye û şerma herî mezin a vê serdemê ye.
Civaka Êzidî ya li wargehên Bakurê Kurdistanê yên ji hêla gelê me û şaredariyên me ve hatibûn avakirin kêm be jî di nava jiyaneke baş de dijiyan. Bi taybetî piştî qeyûm şandin şaredariyên Bakurê Kurdistanê û hatin dagirkirin bi zext û zordariyeke gelekî mezin re rû bi rû man. Bi çavên biçûk li wan nêrîn, xwestin bi birçîbûnê wan terbiye bikin. Bi awayekî ku tolê ji wan hiltînin nêzîkî wan bûn.
Lê belê li gel komkujî û terora DAÎŞ’ê jî civaka me ya Êzidî ti carî dev ji berxwedanê, parastina xaka xwe û baweriya ku azad bikin berneda.
Bi berxwedan û têkoşîna bi heybet a hêza xweparastinê ya bi pêşengiya jinên kurd ên Êzidî hatiye avakirin, Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê hate paqijkirin.
Lê belê paşverûyên Rojhilata Navîn polîtîkayên xwe yên êrîşkar ên li hemberî Şengalê bi şêwayên din didomînin. Ev saleke amadehî û daxuyaniyên tifaqa AKP-MHP’ê û dewleta TC’ê ya li ser êrîş û dagirkirina Şengalê dane, encama vê yekê ye.
Civaka Êzidî li Şengalê bi hêza xwe û li ser vîna xwe rêvberiya demokratîk ava kiriye û ev rêveberî di serî de Tirkiye û paşverûyên Rojhilata Navîn aciz kiriye.
Li gel ku di ser revandina bi hezaran jinen Êzidî de 4 sal derbasbûne jî hê jî derbarê aqûbeta wan de ti agahî nehatiye girtin. Ji ber hê jî nehatine azadkirin şerma mirovahiyê ye.
Di serî de gelê me û hemû saziyên wê, divê hemû mirovahî bi gelê Êzidî re di nava tevkariyê debin. Ji wan bi fermanên nû re bi rû rû nehêlin li hemû qadên jiyanê di nava têkoşînê debin.
Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê û zilma dermirovahî ya li ser jinên Êzidî hat meşandin şermezar dikin. Em diyar dikin ku bi gelê xwe yê Êzidî re em di nava têkoşîneke hevpar de ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.