Rojnameya Ronahî

Jiyan bi jinê re dest pê dike, bi wê re jî ser dikeve

Idrîs Henan_
Fikrên Rêber Abdullah Ocalan bala gelek kesên ku bi xebatên jinê, rol û statuya wê re mijûl dibin dikişîne, bi taybet jî baweriya wî ya mutleq bi hevparebûna jiyanê di navbera herdû cinsan de ku azadiya civakê bi azadiya jinê re dest pê kiriye. Bê guman Rêberê neteweyî Abdulah Ocalan, jinê û jiyanê weke yekpareyekê dibîne û weke kilîta jiyana azad destnîşan dike. Jiyanê û herikîna wê û hemû çalakiyên wê yên civakparêz di şexsê jina ku nîvê civakê temsîl dike û berpirsiyartiya nîvê dîtir dike de, digire dest. Ango; mirov nikare dawa welatekî azad bike ku jina wê civakê ne azad be. Lew re jî, lêgerîna li azadiya jinê weke şertekî hebûa welatekî azad e. Ji ber vê jî, çi têkoşîna azadiya neteweyî hebe, dema ku doza azadiya jinê paşguh bike, ew têkoşîn bi ser nakeve û ber bi cokên sermayedariyê ve dişimite.
Yek ji xisûsên Tevgera Azadiya Kurd jî ew e ku gelek şoreş di hundirê şoreşê de li dar xistine. Şoreşa bingehîn jî; şoreşa azadiya jinê ye. Ji ber ku; azadiya jina ku bi hezarê salan e di bin nîrê koletiya giran de maye, bi serê xwe şoreşk e. Nêzîkatiyên bi vî rengî stratejîk ên Tevgera Azadiya Jina Kurdistanê, rê li ber rizîbûneke xwedubarekirî girt û di heman demê de, teoriyên ku di bin sernavên beloq ên azadiyê de mafên pêkvejiyanê yên jinê diçewisînin, vala derxistin û li naverastê jî diyardeya azadiya jinê weke mercekî hebûna azad da tivîkirin. Lew re girîngiya ramana “jiyana hevpar a azad” weke lingekî bingehîn a mayîndebûn û misogeriya serkeftina şoreşa civakî hate ferzkirin. Ji bo avakirina jiyaneke wisa jî girîngî bi jinûvepênasekirina têgehên fena; wekhevî, azadiya ramanê, pêkvejiyan û rêzdariya ji xweseriya herdû zayendan re heye. Ji ber vê jî girîngî bi têkoşîn û xebatên li ser bingeha têgihaştina hevbeş û pabendiya bi wekhevî, edalet û tekûzkirina li rêzgirtin û baweriyeke domdar heye.
Di navenda jiyana nû ya ku Rêber Ocalan hewl dide ava bike de, jina azad heye. Ji ber ku hêmana sereke ya mezinkirina mêr û afirandina jiyanê ye. Çendîn bizavên rizgariya neteweyê û komînîst ên xwedî teoriyên cuda hebûn, hemûyan doza rizgariya jinê taloqî pêngava piştî şoreşê dikirin. Lê di qonaxên piştî şoreşê de sozên xwe dixwarin û jin vedigrandin metbexê û weke kurkê li ser hêkan, vediguherandin kargeheke zayîna zarokan. Yanê derewên mezin û xapandinên dîrokî di derheqê azadiya jinê de hatine kirin. Lew re, eger mirov bala xwe bidiyê û li herikîna pêvajoya iqtîdara wan binêre, baş têdigihêje ku çawa ketine lepên sermayedariya mutelq a netew dewletê û ji dêvla mirovên azad, civakên kole yên homojen dane avakirin.
Rêber APO teoriya wan red kir û got; pêwîste pirsgirêka jinê di nava şoreşê de çareser bibe, ne piştî wê. Mirov dikare bibêje ku gava herî bingehîn a dîrokî ev bû. Bi gotinek hê rastir; pêngavek gerdûnî bû. Bi vê nêrîna dîrokî û steratejîk a bi kok a Rêber Ocalan re, hemû bihaneyên cuda û nêzîkatiyên taktîk ên çewsîner ku jin feda û marjînal kirine, têk birin û paşperdeya wan a xapînok eşkere kir.
Bi vî awayî jî doza azadiya jinê stratejîk dibe, çi dibe bila bibe jî, êdî nikare bê derbaskirin û qurbankirin. Jiyan bi azadiya jinê re dest pê dike, bi wê re jî ser dikeve.