Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo parastina çandî, çalakiya piştgiriya derûnî

03/08/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo parastina çandî, çalakiya piştgiriya derûnî
Share on FacebookShare on Twitter

Zarok û dayik di şeran de dibin mexdûrê yekemîn. Dema ku projeyek derûniya wan biparêze tune be, derhal têk diçin û ji sazî û rêxistinên dît re dibin rûpelek spî ku tişta dixwazin li ser dinivîsin. Ji bo rê li ber vê têkçûna derûnî ya dayik û zarokê Efrînê bê girtin, Heyva Sor a Kurd li Şehbayê bi riya komîteyeke taybet projeya Piştgiriya Derûnî da destpêkirin.

ZAROK HEDEF TÊN GIRTIN

Endama Komîteya Piştgiriya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd li Şehba Henan Mihemed derbar projeyê de ev agahî bi me re parve kir û got: Em di wê têgihaştinê de bûn ku ji bo piştgiriya gelê Efrînê tenê şîr, xwarin û vexwarin têrê nake. Pêwîst dikir bernameyek me ya piştgiriya derûnî ji zarok û dayikan re hebûya. Lê mixabin derfetên me kêm bûn. Ji ber vê jî em dereng man. Kêmderfetiyê wê rê li ber hinek rêxistinên din vekiriba ku zarokên me hedef bigirin. Di aliyê çandî de zarokên me li beramberî xeteriyeke cidî bûn.

JIN Û ZAROK MEXDÛR IN

Mihemed projeya Heyva Sor a Kurd wiha rave dike: Di şer û pevçûnan de herî destpêkê derûniya zarok û dayikan bandor dibe. Dayik di vî şerî de yan bê kar maye yan zarok, mêr, bira û bav şehdî bûne. Gelek zilaman jî malbatên xwe li pey xwe hiştine. Li kêleka van jî bandora koçberiya bi zorê bi xwe heye. Ji ber vê em fikirîn; ger em nikarin çareser bikin, bi kêmanî mudexeleya derûnî ya lezgîn çêbikin. Ji ber van sedeman bi insyatîfa Heyva Sor a Kurd û bi piştgiriya Desteya Karûbarên Civakî komîteya piştgiriya derûnî ji şeş kesan hate damezirandin.

ÇALAKÎ TENÊ LI
KAMPAN E

Mihemd destnîşan kir ku wê ev çalakî mehekê dirêj bike û got: Çalakiya me ya ku di 31 Tîrmehê de dest pê kiriye, ji heftê du rojên Sêşem û Pêncşemê li Kampa Serdem, Çarşem û Înê li Kampa Berxwedan bê lidarxistin. Wê weke tecrubeya me ya yekemîn tenê li herdu kampan be. Di vê mehê de wê bi rengên cuda cuda (wênexêzî, çîrokbêjî, Şanogerî, stran, spor, çalakiyên zanistî, bazdan, artîstên karton, lîstik,… hwd) çalakî bê pêşkêşkirin. Li gorî planameyê, em ê destpêkê hewl bidin guhdarî zarokan bikin, piştre wê zarok bi rêbazên taybet ji şîdetê bên dûrxistin. Dîsa wê zarok fêr bibin ku çawa mafên xwe binasin.
Ji bo dayikan jî wê sermînerên ku çawa dayik bi zarokan re bide û bistîne bên dayîn. Ji bo giştî têgihaştina civakî, tendirustî û derûnî wê bi riya komîteyên me yên perwerdê çalakî hebin.

ARMANC PARASTINA ÇANDÎ YE

Endama Komîteya Piştgiriya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd Henan Mihemed derbarê armancên vê çalakiyê de ev tişt anî ziman: Di serî de em parastina çandî hedef digirin. Niha gelek rêxistin hene di bin navê piştgiriyê de dixwazin rewşa gelê me bi taybet zarokan biçewisînin. Em pê hesiyan ku piştftineke nerm li ser gelê me dimeşe. Em ê bi vê çalakiya xwe rê li ber vê yekê bigirin.
Mihemed dibêje ku heya niha ti aliyekî navneteweyî taybet sazî û rêxistinên eleqedarê rewşa zarokan (UNICEF) destek nedane me. Tenê saziyên Rêveberiya Xweser (Çand û Huner, Kar û Barên Civakî, Yekîtiya Rewşenbîran) piştgiriya projeya me kirine.
Hêjayî gotinê ye ku çalakiya Piştgiriya Derûnî ya Heyva Sor a Kurd bi qasî du saetan bi tevlîbûna zarok û dayîkên li kampan dimînin dewam dike. di vê çalakiyê de xwarinên zarokan, pênûs û qelemên rengkirinê li zarokan tên belavkirin.

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
JIN

Tekez divê were zanîn ku jin bûne hêza herî sereke ya çareseriya aşîtiyê

20/06/2026
Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.