Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sosyalîzm û Kapîtalîzm -4-

03/08/2018
in QUNCIK NIVÎS, Ramanê Rêbertiyê
A A
Neteweya Demokratîk -5-
Share on FacebookShare on Twitter

Me hewl dabû em serketina hegemonîk a vî cinawirî li ser civakê di cildên berê de ji hev derxin, lewma em li vir qîma xwe pê tînin bi tenê îşaret pê bikin. Rastiya vî mikrobê kurtêlxur û xwînmij ê nexweşiya civakî yê bi vî awayî, mîna ‘civaka nû ya herî pêşketî û bi ser ketî’ hat nîşandan, vê yekê tevahiya zanistên civakî seqet kiriye. Ji lewra ez dibêjim, kapîtalîzm ji rejîmên rahibên Sumeran ên ku rejîmên xwe yên istismarê dikirin xwedayî, hezar carî zêdetir istismarkar e, û xebatên der barê wê de îdeolojîk in. Ew rejîmeke xwedayên bêmaske ye, ji rejîma rahibên Sumeran hezar carî zêdetir bi pîroztiyê (ya qelp û lihevçêkirî) hatiye cîlakirin û boyaxkirin. Weke heqîqet ti têkiliya wê bi zanista civakî re nîne. Bi tenê têgînên zanistî weke ekonomî, polîtîka bi hosteyî li hev tînin û berevajî dikin û vê jî mîna zanist pêşkêş dikin.
Civak di encama beridîna mîlyonan salî de û weke dewama cîhana zindiyên hê berê, weke berhemê cîhana his û aqilekî balkêş xwezayeke cuda ye. Xwedî yekparebûneke bi vî rengî ye. Gerdûneke panzdeh mîlyar salî ye (dîroka gerdûnê) ku li xwe hayil bûye. Afirandina civakê bi îstîsmariya kapîtalîst ji îdeayeke Firewn û Nemrûdan a afirandina xwedê zêdetir ti nirxekî xwe nîne. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, têgîna ‘civaka kapîtalîst’ têgîneke şapînozkirî ye, û îdeayeke firewnî ye. Ya rast ew e, divê mirov kapîtalîzmê (bi şêweyê kapîtala fînansê hê bêhtir har bûye) weke nexweşiyeke civakî bike têgîn. Fena ku mirov zanisteke tenduristiyê pêş bixe divê behsa zanisteke sosyalîst bike ku hewl bide mirovatiyê ji destê kapîtalîzmê rizgar bike. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê bêhtir exlaqî be (divê wisa be) û mirov ê karibe baştir fêhm bike. Naxwe em ê nikaribin şerên pêncsed salên dawiyê, bombeya atomê, pirr zêdebûna şêniyan û hilweşîna hawîrdorê rave bikin. Hem modernîteya kapîtalîst a lîberal, hem jî varyanta wê sosyalîzma pêkhatî, klan, qebîle, qewm, ummet û heta hebûnên civakî yên xwedî xisletên netewî yên ne dewleta netewe ku weke berhemên civakên paşvemayî dibînin, divê mirov qîmeteke baş bide wan. Ev şêwegirtinên civakî yên cihêreng bûne tev bi nirx in. Li gorî diyalektîkê divê mirov di civaka neteweyî ya herî pêşketî de jî civaka klan, qebîle, eşîr û gelan pêşketî û yekparebûyî bibîne. Çawa ku elementeke hezar atomî nayê wê maneyê ku atom ji holê rabûye, berevajî tê maneya rewşa atoman a pêşketî û yekparebûyî, cudabûn û cihêrengiyên piştî civaka klan jî mirov dikare bi awayekî bi heman rengî binirxîne û ev dikare mirov bêhtir ber bi heqîqeta civakî ve bibe.
Lewma divê mirov sosyalîzmê weke panjehra kapîtalîzmê bibîne, lê hay jê hebe ku bi tenê ne ev, weke civaka herî pêşketî, yekparebûyî, azad û wekhev ên tevahiya civakên beriya wê binirxîne û mirov nirxandineke bi vî rengî li gorî heqîqeta wê dike. Civak li ser modernîteya kapîtalîst mezin nabe, berevajî divê mirov rewşa bi nexweşî ya vê modernîteyê ya weke ‘qefesa hesinî’ û bi kirasê ‘Levîathanê’ ji civaka dîrokî dûr bike û mirov dikare wê li gorî danasîna wê pêk bîne. Sosyalîzm, tevahiya dîroka şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê nebe jî xwe ji bermahiyên yekdestdariyên koledar ên mêtinkarî û zordestiyê yên li ser rastiya civakî têne ferzkirin bişo, hingê wê hem li ser bingehê xwe yê dîrokî bi cih bibe, hem jî bi destketiyên rojane (bi destketiyên dema têkoşîna li dijî kapîtalîzmê de) wê xwe xurt û nû bike.

Abdulah Ocalan

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.