Rojnameya Ronahî

‘Hevpeymana Civakî nûnertiya gelên herêmê dike’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroke Meclisa Gelan a Demokratîk ya Efrîn û Şehba Mûşîra Mele Reşîd diyar kir 7 biryarên ku Meclisa Gelan a Demokratîk di rûniştina xwe ya yekem de dabûn, pêwîste herî kêm di 15 rojan de werin pêkanîn û wiha got; Hevpeymana Civakî nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Rêveberiya Xweser ji roja damezrandina xwe ve heta niha rastî gelek êrişan hat û heta niha ev êriş berdewam in. Lê belê, ev hemû nebû asteng ku Rêveberiya Xweser di Kanûna 2023`an de, Hevpeymana Civakî erê bike û bi cih bîne, ango Hevpeymana civakî, berhema xebata rêveberiyê ji dema damezrandina wê ve ye, ji ber ku pêdivî bi afirandin û nû avakirinê heye.

Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî de, di rûniştina xwe ya yekem de 7 biryarên girîng dabûn ku herî kêm divê di 15 rojan de werin pêkanîn û ew bend jî evin; avakirina komseriya hilbijartinan ku 20 kesan pêk tê û divê di 10 rojan de temam bibe, avakirina komîteyekê ji bo danîna qanûna xebata komseriya hilbijartinan bi Meclisa Gelan a Demokratîk re, aktîfkirina Meclisên Gelan, avakirina komîteya dadgeha parastina Hevpeymana Civakî a ku ji 8 heta 10 kesan pêk tê û divê di 15 rojan de pêk bê. Li kêlek wê jî divê qanûna şaredariyan beriya hilbijartinên şaredariyan were derxistin, reşnivîsa qanûna parastina dadgeha Hevpeymana Civakî were amadekirin, saziya giştî ya darayî û jimaryariyê ku ji 14 kesan be, heta 15 rojan were avakirin, meclisên rêveber, meclisên desteyan ava bikin, komîteya sazkirina qanûna diyarkirina destûrên meclisan û mekanîzmaya xebata wê were avakirin.

Têkildarî rûniştina yekem ya Meclisa Gelan ya Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk ya Efrîn û Şehba Mûşîra Mele Reşîd ji rojnameya me re axivî.

Mûşîra Mele Reşîd diyar kir ku Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xistibûn û wiha got: “Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civîna xwe ya asayî ya hejmara 92’an, bi amadebûna endamên Meclisa Gelan a Demokratîk ên hemû kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên komîteya berfireh a amadekirina hevpeymana civakî, herwiha şêwirmendên Hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar xistibûn. Di civînê de rê û mekanîzmayên cîbicîkirina bendên hevpeymana nû ya civakî û avakirina komisyona bilind a hilbijartinan, ku bi rêkxistin, çavdêrî û amadekariya hilbijartinan li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêdayî ye, hatin nirxandin.”

‘Hevpeymana Civakî nûnertiya gelan dike’

Mûşîra Mele Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku civîn li ser avakirina dadgeha parastina hevpeymana civakî û saziya giştî ya çavdêriya darayî û şopandinê hat gotûbêjkirin û wiha got: “Di civînê de, li ser rewşa herêma bakur û rojhilatê Sûriyê gotûbêj hatibûn kirin. Herwiha avakirina komîteyek ji bo amadekirina reşnivîsa ya hilbijartinan hat gotûbêjkirin. Meclîsa Gelan a Demokratîk jî, erka avakirina meclisên desteyan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê da. Di heman demê de, dê Meclisa Gelan a Demokratîk ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê qanûnek derbikeve û  meclisan diyar bike. Civîn li ser avakirina dadgeha parastina hevpeymana civakî û saziya giştî ya çavdêriya darayî û hesabpirsînê ya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hate gotûbêjkirin, piştre nîqaş li ser amadekirina reşnivîsa qanûna hilbijartinên şaredariyan li kantonan hatin kirin, ew jî hilbijartinên serbixwe yên demokratîk bû. Ev sazî wê herî zêde di heyama mehekê de bên avakirin û nûnertiya hemû kantonên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”

‘Ji bo cîbîcîkirina bendên hevpeymanê gelek civîn pêk hatin’

Mûşîra Mele Reşîd da eşkerekirin ku piştî erêkirina Hevpeymana Civakî, gelek civîn pêk hatin û wiha got: “Piştî erêkirina peymana civakî,  gelek civîn pêk hatin; Damezrandina mekanîzmayek ji bo cîbicîkirina bendên wê û avakirina dezgehên di pêkhateya Rêveberiya Xweser de, wek Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, Dadgeha Parastina Peymana Civakî û Saziya Giştî ya Çavdêriya Darayî û Hesabgiriyê. Herwiha Komîteyên pispor ji aliyê Komîteya Hiqûqî û Desteya Maf û Edaletê û Meclisa Dada Civakî, ji bo amadekirina piroje reşnivîsa hilbijartinan, dabeşkirina Rêveberî, parastina dadgeha peymanên civakî û hilbijartinên şaredariyan. Di çaryeka yekem  a 2024`an de li gel erêkirina endamên van saziyan, wê Saziya Giştî ya Çavdêriya Malî û , Komisyona Bilind a Hilbijartinan û Dadgeha Parastina Peymana Civakî bên avakirin. Her wiha zagonên pêwîst ên birêkûpêk kirina xebatên saziyên navborî derdixe, piştre destpêkê hilbijartinên şaredariyan, piştre hilbijartinên meclîsan ji komîn û meclîsên bajarokan dest pê bike, piştre bajar û kantonan, herî dawî Meclîsa Demokratîk a Gelan.”

‘Pênaseya made û 7 xalan hat şîrovekirin’

Hevseroke Meclisa Gelan a Demokratîk ya Efrîn û Şehba Mûşîra Mele Reşîd axaftina xwe wiha qedand: “Hilbijartinên şaredariyan ji şaredariyên herî biçûk heta  şaredariyên mezin, li ser asta bajarên kantonên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dest pê bike, piştre hilbijartinên meclisan bên kirin. Di heman demê de, di civînê de made û bendên Zagona Dadgeha Hevpeymana Civakî, ya ku ji 11 madeyan û di 7 beşan de pênaseyan dihewîne, hatin şîrovekirin. Dadweriyên dadgehê, taybetmendiyên dadgehê ji bo parastina Hevpeymana civakî, Mercên endamtiya dadgehê, erkên serokatiya hevbeş, erkên komîteya giştî, Maf, erk û parêzbendiyên endaman, şert û mercên endaman, prensîbên karê dadgehê û biryar Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî. Herî dawî, dengdan û erêkirina xalên Zagona Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, ya Meclîsa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxistiye, bikeve meriyetê.”