Rojnameya Ronahî

Ciwan û nasnameya çandî..

Kemal Necim

Hefteya derbasbûyî yekîtiyeke nivîskaran kongreya xwe ya asayî li bajarê Qamişlo lidar xist. Tişta ku bala derdorên rewşenbîrî kişand û bû cihê gengeşeyê ku 9 endamên ji bo birêvebirina yekîtiyê hatine hilbijartin kesên ku temenê wan ji 50 salan mezintir bûn, herwiha jin jî di nava wan de tune bûn.

Di vê nivîsê de em behsa wê nakin ka kesên bi wî temenî çiqas dikarin tevgera çandî û rewşenbîriyê li herêmê bilvînin û pêş bixin, ji xwe ew mijareke cuda ye û hêjayî nirxandin û vegotinê ye. Lê bi mijarê ve girêdayî tê bîra mirovan ka gelo çima rêjeya ciwanan di nava sazî û rêxistinên rewşenbîrî de kêm e, bi taybet rewşenbîriya nivîsînê.

Xebatên çandî yên ji bo ciwanan di pêvajoya pêşdebirina civakan û bidestxistina pêşketinên ku dibin egera pêşketina civakan, pir girîng û pêwîst in. Armancên xebatên çandî ew ku mirovan bi hêmanên nasnameya wan bide nasîn ku bikaribin wan hêmanan biparêzin û pêş bixin. Ev nêrîna giştî ji bo xebata çandî ya ciwanan jî derbas dibe, ku erka wê ya sereke vedîtina nasnameya wan ya çandî ye. Ew karên çandî ji bo ciwanan derfet û jîngehê peyda dike ku nasnameya xwe ava bikin. Herwiha ji wan re karîn û jêhatîbûnê peyda dike ku karibin bi çandên cuda re têkiliyê bikin. Ji ber bi rêya naskirina çandên cihêreng, ciwan dikarin çandên cihêreng bipejirînin, herwiha nasnameya xwe ya kesane nas dikin û pêve bêne girêdan.

Bi giştî mirov dikare bêje ku beşên pir berfereh yên civakê xwe dûrî qada çalakiyên çandî û rewşenbîrî dibînin. Lê bi taybet dûrbûna nifşên ciwan mirov nikare tenê weke rûdaneke asayî lê binêre. Pêwîste weke pirsgirêkekê mirov lê binêre û hewil bide sedemên wê bizane û karibe vî nifşê civakê tevlî nava liv û tevger û çalakiya rewşenbîrî û çandî bike. Ji ber ku windabûn û tunebûna nasnameya çandî ya gelan û civakan ji nifşên ciwanan destpê dike, herwiha ew nifş û çîna civakî bêhtir rû bi rûyê hewldanên pişaftin û asîmlasyonê dimîne.

Eger ev arîşe û pirsgirêk li nava pir civakên cîhanê de carekê tê dîtin, dê di nava civaka kurdan de deh caran bê dîtin, herwiha eger li civakên din ên cîhanê sedemeke vê arîşeyê heye, li nava civaka Kurdî dê deh sedemên wê hebin, ya herî girîng jî ew e ku civaka kurd bi giştî rastî kiryarên giran û demdirêj ên pişaftin û tunekirina nasnameyê hatine.

Li gorî rewş û derfetan tişta ku pêwîste bête kirin ji bo anîna ciwanan nava çalakiya çandî, belavkirina bîrewerî û zanînê di nav hemû endamên civakê de ye, li ser giringiya nasnameya çandî û pêşxistina hişmendiya parastina mîrata çandî ji bo avakirina nifşekî bi nasnameya xwe ya çandî ve girêdayî bin û pê serbilind bin. Lidarxistina semîner û komxebatên der barê çesipandina nasnameya çandî de. Guhpêdana xebatên perwerdeyê li dibistan û navendên çandê, herwiha guhpêdana şanoya dibistanan, televîzyon, pêşangehên wêne û berhemên kevneşop, û guhpêdana rojname, kovar û belavokan û medyaya civakî.

Ango bi giştî pêwîste ku dezgeh û saziyên rewşenbîrî û ramyarî, bibin xwedî siyaseta xwe ya çandî ya ku nasnameya me ya çandî biparêze û wê nasnameya çandî di nava çavkê bi giştî û nava ciwanan bi taybet de belav bike û biçesipîne.