Rojnameya Ronahî

Hevdîtinên Dawî

Farûk Sakik

Di 28’ê Sibata 2015’an de, di navbera heyeta dewleta Tirk û li ser navê Rêber Apo jî heyeta Îmraliyê li Qesra Dolmabahçeyê protokolek hat îmzekirin. Lê dewletê û Erdogan şertên vê protokolê bi cîh neanîn. Erdogan ev mûtebaqat înkar kir. Di 5’ê Nîsana 2015’an de Heyeta Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo talûkeya li pêşiya civaka Kurd û Tirk dît û got; “Ji bo derbasbûna muzakereyê şert e Desteya Şopandinê bê avakirin, eger Desteya Şopandinê ne bi we rebe, neyên hevdîtinê. Heke diyalog ber bi muzakerayan ve neçin, heke şer dest pê bike; ew ê ev şer ne wekî şerên borî be. Ew ê şîdeta wî gelek mezin bibe. Ji bo wê jî divê gelê me jiyana xwe li gorî vê rastiyê tanzîm bike.” Û wisa jî bû, heyeta şopandinê nehat avakirin. AKP’ê hemû planên xwe li ser hilbijartinan dîzayin kir. Dixwest vê protokolê wek parçeyek kampanya hilbijartinan bi kar bîne. Kurdan destûr nedan vê yekê. Di hilbijartinên 7’ê Hazîranê de têk çû. Lê bi darbeyekê ev yek qebûl nekir,  şer da destpêkirin û hilbijartin dubare kir.

Ji wê demê ve êdî siyaseta dijminatiya kurdan derket asta herî jor. Li Pirsûsê û Gara Enqerê komkujî pêk hatin.Tecrîd giran kirin û hevdîtinên bi Rêber Apo re dane seknandin. Bajarên Kurdan ên wek Cizîr û Sûr wêran kirin. Êrişî Rojava kirin û hin herêmên wek Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin.

Êrişî  Heremên Parastinê yên Medyayê kirin, çekên kîmyewî bi kar anîn. Di qada siyaseta legal de kesên siyasetê dimeşînin avêtin zindanan. Û sala 2024 li Tirkiyê dîsa hilbijartin û dîsa Erdogan dijminatiya xwe ya bi Kurdan wek amûrek kampanya hilbijartinan dixe rojevê.

Dema ku em li dîroka siyaseta Tirkiyê dinêrin, berî her hilbijartinan aramiyek heye. Dema ku hilbijartin hatin rojevê, ew jî çeka xwe ya dijminatiya Kurdan dixin dewrê. Mesela, destpêka muzekereyan, bi pêvajoya hevdîtinên Oslo dest pê kir. Yekem hevdîtina resmî di Îlona 2008’an de pêk hat. Hevdîtin hetanî havîna 2011’an dom kir. Hilbijartin hebû û AKP’ê bûyera Farqînê hincet nîşan dan û dawî li van hevdîtinan anîn. Di heman demê de tecrîda li ser Rêber Apo jî giran kir. Li ser vê yekê şerek dijwar ji nû ve dest pê kir. Hilbijartin bi dawî bû di dawiya sala 2012’an de careke din pêvajoya diyalogê da destpêkirin. Dîsa va hilbijartinên xwecihî dest pê dikin. Erdogan dîsa dozaja dijminatiya xwe derxistiye asta herî jor. Li hemberî siyasetmedarên Kurdan medya xwe xistiye dewrê. Li ekranên TV’yan de bi tenê partiya DEM heye. Sîlehşorên wan ên medya bi dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan dixwazin civaka bi nijadperetiyê hatiye jehrîkirin birêxistin bike.

Îşaretên îroj nîşan dide ku di meha Adarê de wê ev dozaja êrişan hîn zêdetir bibin.

Ji bo Kurdan jî ev hilbijartin gelek girîng e. Kurd doza xwe ya azadiya Kurdistan li ser rêveberiyên xweser dîzayin kirine. Rêber Apo bi israr bal dikişand ser rêveberiyên xweser û xebatên şaredariyan. Ji bo mafên ziman, nasname  û demokrasiya herêmî hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in. Erdogan jî vê girîngiyê dibîne. Ji bo vê yekê piştî her hilbijartinên xwecihî êrişî şaredariyan dike.

Bi qeyûman jî dixwaze wan xebatên kurdan yên li Kurdistan hatine pêşvexistin ji holê rabike.

Gelê Kurd jî divê vî şerê di navbera Rêber Apo û dewleta dagirker de baş bixwîne û bibîne.

Divê di van hilbijartinan de li gorî vê yekê jî  helwestek nîşan bide. Teqez wê di hilbijartinan de bi ser kevin, lê divê teqez encam jî werin parastin.