Rojnameya Ronahî

BI KURTÎ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA 15’Ê SIBATÊ

Komploya 15’ê Sibatê ya ku Rêber Apo weke “Roja Qirkirina Kurdan” îlan kir çi ye û divê em çawa fêm bikin?

Qirkirin, têkbirina civak an jî civatekê ye. Qirkirina li ser civakan dikare bi awayê wêrankirina fizîkî û her wiha îmhakirina ziman û çandî pêk were. Qirkirina Kurd di esasê xwe de bi rengê qirkirina çandî pêk tê.

15’ê Sibatê di dîroka Kurdan de du bûyerên girîng temsîl dike.

Pêşî bi provokasyonekê di 15’ê Sibata 1925’an de xizmên Şêx Seîd ku yek ji pêşengên Kurdan e, neçar man ku bi leşkeran re şer bikin. Li ser vê bingehê pêvajoya bi navê “Serhildana Şêx Seîd” pêş ket. Ev pêvajo, ji serhildanê wêdetir weke komkujiyeke giran a Kurdan derdikeve holê. Girîngiya dîrokî ya vê bûyerê ew e ku bûye sedema pêkhatina sîstema cîhanî ya ku em weke “pergala înkar û îmhaya Kurd” pênase dikin.

Ya duyemîn jî di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya Komploya Navneteweyî de li Kenyayê dîl hat girtin û birin Îmraliyê. Li ser vê bingehê armanc ew bû ku berxwedana hemdem a Kurd bişkînin, pergala înkar û îmhayê bi ser bixin û bi vî rengî qirkirina Kurdan temam bikin.

Ev pênaseyên kurt nîşan didin ku qirkirina li ser Kurdan hatiye kirin pêvajoyeke not û neh (99) salî ye. Êrîşeke bi vî rengî ya demdirêj a qirkirinê li ser tu gelan nehatiye kirin.

Kurd ji sala 1999’an ve 15’ê Sibatê weke Roja Reş bi nav dikin. Her sal di 15’ê Sibatê de gelê Kurd û dostên wan rojiyê digirin, cilên reş li xwe dikin û bi çalakiyên cur bi cur Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.

Piştre Rêber Apo 15’ê Sibatê, ne weke roja şînê, weke roja fêrbûna ji pêvajoya komployê û tiştên qewimî bi nav kir.

Em Çima Dibêjin Komplo?

“Komplogerî tevgereke wisa ye; di bûyerên civakî de di pêvajoyên awarte de, ne tenê hêzên dijber, kesên ku tu nêzîkî xwe dihesibinî bi zanebûn yan jî ji ber xefleta xwe hemû dibin yek; û kes, kom, partî yan jî hêza gel ya ku ji xwe re dikin hedef bi darbeya eskerî dixin yan jî derî zagonan dihêlin.”

“Dema ku tevgera azadiyê ya gelê Kurd gaveke herî biçûk biavêje, li her welatî, zêdetirê çarçoveyeke polîtîk û heta ji derveyê zagonên leşkerî, bi planên ku li pişta perdeyê tên amadekirin şopandinek tê destpêkirin. Bi karanîna rêbazên ku di ti zagonan de cihê wan tine ye yên wekî, îmhakirin, eciqandin, tirsandin, sorkirin, dan revandin, teslîmgirtin, xistinezindanê, ji aliyê aborî ve dane îflaskirin, lîstina bi nirxên moralê, jiyana sexte, bikaranîna aliyên zeyif, pere, dayina soza pêşerojeke baş, tevgera azadiyê tê bêbandorkirin.”

“Aliyekî hê xeteretir ê komplogeriyê ev e; kesên ku xwe dost dihesibînin rewşa xefletê dijîn û li gorî biryar û soza ku dayine wezîfeyên xwe nameşînin. Ew, di çi astê de xwediyê niyeteke baş dibin bila bibin, bi vê rewşa xwe ji bo ku hêzên komploger plana xwe bibin serî, ji wan re dibin zemînekî herî baş.”

Komploya 15’ê Sibatê Çawa Pêş Ket?

Komploya 15’ê Sibatê operasyona NATO û Yekitîyê Ewropayê bû.

Lê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê bi taybetî hewl da ku PDK û YNK’ê bike nava komployê. Nûnerên PDK û YNK’ê li Washingtonê hatin cem hev û li hev kirin. Di Peymana Otonomiya Kurdan a Washingtonê ya 17’ê Îlona 1998’an de xala herî girîng, helwesta li hemberî PKK’ê bû. Mîna sala 1925’an, di berdêla zincîreke dirêj a tawîzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn dayîn, di sala ber bi 2000’an de jî lihevkirineke bi vî rengî pêk hat. Bi awayekî, ev yek dihat wateya nûkirina Lozanê.

Di heman demê de saziyên Kurdan ên li Ewropayê di bin kontroleke tund de hatin girtin û hin sûcdarî hatin kirin.

Ev demek bû zextên li ser Sûriyeyê zêde bûn. Fermandarê Hêzên Bejayî yên Tirk Atilla Ateş bi daxuyaniya xwe ya li ser sînorê Hatayê bi eşkere gef li rêveberiya Esad xwar. Serokomarê wê demê yê Komara Tirkiyeyê Suleyman Demirel jî di axaftina xwe ya di vekirina parlementoyê ya 1’ê Cotmeha 1998’an de got, “Şerê li dijî Sûriyeyê jî yek ji bijardeyan e.”

Rêber Apo ji ber zêdebûna zextan rewş nirxand. Û wî biryar da ku dev ji Sûriyê berde, ku ew 19 salan li wir ma û biçe Ewropayê, û li wir hêvî kir ku ew bikaribe çareseriyeke siyasî ji Pirsa Kurdî re bibîne.

Li ser vexwendina hin endamên parlementoya Yewnanistanê, di 9’ê Cotmeha 1998’an de li balafireke ku ji Şamê diçû Atînayê siwar bû. Lê belê dema ku ew ket Atînayê, wî dît ku rewş ne wekî ku tê gotin e. Parlamenterê PASOK’ê Kostas Baduvas ku dawetname şandibû neçû balafirgehê. Dewleta Yewnanîstanê got ku Rêbertî nikare bikeve Yewnanîstanê û neçar ma ji axa wan derkeve.

Piştî Yewnanîstanê rawestgeha duyemîn Moskova bû. DÛMA ya baskê jêrîn ya parlamentoya Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî ya Rêber Apo qebûl kir. Lê belê biryar nehat bicihanîn. DYA kete dewrê û bi dîplomasiya pişt perdeyan ve nehişt ku Rêbertî li Rûsyayê statuya penaberiya siyasî bi dest bixe.

Piştî van geşedanan Rêber Apo ji Rûsyayê ku 33 rojan li wir mabû derket. Bi hewldana parlamenterên Keskan, Partiya Çep a Demokratîk, Partiya Komunîst û Partiya Gel ku di wê demê de hevkarên desthilatdariyê yên Îtalyayê bûn, Rêber Apo ji bo Îtalyayê vexwendin. Ji ber helwesta durû ya Rûsyayê Rêber Apo biryara çûyîna Îtalyayê da û di 12’ê Mijdarê de çû Romaya Îtalyayê.

Piştî vê geşedanê dewleta Tirk tehdîdek fermî şand Îtalyayê û daxwaza radestkirina Rêbertî kir. Massimo D’Alema, serokwezîrê wê demê yê Îtalyayê, ragihand ku “dê radestkirin çênebe”. Lê belê zexta li ser Îtalyayê hem li hundir û hem jî li derve hat zêdekirin. DYA careke din ket dewrê.

Dema ku ev nîqaş dewam dikirin, Rêber Apo pakêta çareseriyê ya ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ragihand. Di vê pakêtê de ev daxwaz hatin kirin: “Rawestandina operasyonên leşkerî yên li dijî herêmên Kurdan, misogerkirina vegera koçberan, rakirina cerdevaniyê, dayîna herêmeke xweser ji gelê Kurd re, di heman demê de parastina sînorên dewleta Tirk, bi fermî naskirina Kurdan û misogerkirina nasname, ziman û çand û azadiya olê.”

Ji ber lawaziya hikûmeta Îtalyayê, polîtîkayên zext û gefxwarinê yên dewletên Ewropayê û ji ber pêşniyara kesên ku piştre derketibûn holê ku “di pêvajoya komployê” de cih girtine, Rêbertî cara duyemîn biryar da ku biçe Rûsyayê û di 16’ê Çileya 1999’an de ji Romayê derket.

Piştî 3 rojan di 20’ê Çileyê de Rêber Apo birin paytexta Tacîkîstanê Duşanbe. Rêber Apo ku hefteyekê li gundekî Tacikîstanê hat girtin, di 28’ê Çileyê de dîsa anîn Moskovayê. Li ser bingeha bi navê qaşo “qebûlkirina Rêveberiya Yewnanî”, di 29’ê Çileyê de, ew neçar ma ku cara duyemîn biçe Yewnanîstanê. Li vir daxwaza wî ya penaberiya siyasî jî li ber çav nehat girtin û şîret li wî hat kirin ku biçe Hollandayê.

Hat gotin ku ew ê di 31’ê Çileya 1999’an de ji bajarê Belarusê yê bi navê Mînskê bifire Hollandayê. Lê belê balafira ku diviyabû biçûya Den Haagê Holandayê qet neçû Mînskê. Rêbertî li wir helwest girt û ew neçar man Rêbertî bigihînin Girava Korfû ya Yewnanîstanê û li wir du rojan ma. 1’ê Sibatê dîsa Rêbertî careke din vegeriya Atînayê. Vê carê Servîsa Îstixbarata Yewnanîstanê îşaret bi Afrîkaya Başûr kir.

Ji ber wan dixwestin ku Rêbertî ji sînorên Ewropa dûr bikeve da ku berpirsiyarîya dewletên qaşo hiqûq û mafê mirovan diparêzin ji holê rabe.

Balafira ku di 2’yê Sibatê de ji Yewnanîstanê ber bi Afrîkayê ve bi rê ket, li Kenyayê danî. Rêber Apo li Sefaretxaneya Yewnanîstan a Kenyayê ma û rê li ber çûyîna wî ya Afrîqaya Başûr hate girtin.

Piştre di 15’ê Sibatê de Rêber Apo bi operasyona hevpar a MÎT, CIA û MOSSAD’ê radestî dewleta Tirk hate kirin.

Her çiqasî girtîgeheke Tirkiyeyê bû jî, kesa ku Rêber Apo di girtîgehê de pêşwazî kir, nûnera Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a bi ser Konseya Ewropayê bû. Ev jî îspat dike ku girtina Rêbertî û radestkirina wî ya ji bo dewleta Tirk, hewldaneke hevpar a hêzên navneteweyî ye.

Heman polîtîka û rewşa tecrîdê heta roja îro didome. Ev komploya li ser Rêber Apo û tecrîda ku heta îro tê meşandin, ji bo pêşîgirtina li Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd, berdewamkirina polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn û xêzkirina nexşeya herêmê ji bo berjewendiyên hêzên Hegemonîk ên Kapîtalîst pêk hatiye.

WEŞANÊN AKADEMIYA ZANISTÊN CIVAKÎ YA ABDULLAH OCALAN