Rojnameya Ronahî

Ciwan û Medya Civakî

Sîpan Şînda

Civak û pêdiviyên civakê her tim li gorî demê têne guhertin. Di heyamên berê de, guhertin li gorî îro gelekî hêdîtir çêdibî û bandora wê ya li ser civakê ji ne bi qasî guhertinên îro bû. Tixwîbê wan guhertinan li gorî yên îro tengtir bû û bandora wan ji siviktir bû.

Di heyamê berê de civak ji bo guhertinan ne amade bûn. Dema guhertinek çêdibû, yan ji tiştek nû derdiket civak li himberî wê şaqis diman û gelek ji li himberî wê tişta nû disekinîn.  Qebûl nedikirin. Lê îro him dewran, him jî mejî û mentalîta civakê hatiye guhertin û ji ber wê tiştên nû wan gelekê şaqis mayî nahêle. Her çend mirov jê fêm ji nekine, lê belê nerazîbûna wan cudatir e nermtir e. Ev ji bi saya serê xwendinê û teknolojiya pêşketî ye. Asta teknolojiya îro gihayîyê, astekî gelekî bilind e û tiştên nû derdikevine ji, di heman demê de xwe digihînin hemî deverên gerdûnê. Îcar di nav civakê de ji hinek beş hene ji guhertinan re vekirîtirin û guhertinên nû zûtir dihewînin û pitir di bin bandora wan guhertinan de dimînine.

Gelo niha yek ji we bipirse û bêje di roja me de tişta herî zêde bandorê li ser ciwanan dike çiye, hûnê çi bersivê bidinê? Bê goman hûnê nebêjine dê û bavin, newe! Yan ji mamoste û heval û hogir in. Heke hûn bêjine dêûbab in, wê ciwan kenê xwe li we bikine. Ji ber ku tişta îro herî zêde bandorê li ser ciwanan dike, teknolojî ye û girêdayî wê ji medya civakî ye. Îro teknolojî bûye perçeyek yê jiyana me. Heta gelek kes hene ku êdî girêdayî wê bûne û ji bêyî wê nikarine bijîne. Dema telefona wan ya destan ne li destê wan de be, hedar û tebata wan nayê û tu dibêjî qey wan mejiyê xwe winda kirîye. Ya rast teknolojiyê mejiyê civakê ji kor kirîye. Bi taybetî ji nivşên nû bûne êxsîrê teknolojiyê. Ewqasî girêdayî teknolojiyê bûne, dema dêûbabê wan yan ji hineke din gazî wan dikine, êdî dengê wan ji nabihîsine. Dêûbabê wan deh tiştan ji wan re dibêjine, lê haya wan jê nîne. Heta dikarine tiştekê li wan bidine kirin, bezê çavê wan sor dibe. Di rê de diçine nafekine pêşiya xwe, jiber ku çavên wan li telefona wan de ye. Medyayên civakê yên weke înstagramê, facebookê, Xê, tîktokê, snapchatê bûne cihê civat û hevdîtina wan. Ew êdî her tiştê xwe ji wêdê dişopînin, xwe li wan platforman de dibînin. Çi tişta dikine hema cih de di platforman de bar dikine û bi “şopînerên” xwe re parve dikine; û keyfeke gelekî mezin jî ji vê distînine. Heta welê lê hatiye, dema yek pirsekê ji yekê dike, dibêje feke înstagrama min û min bişopîne tê bizanî. Belê mixabin ev platformên henê êdî bûne cihê bazirganiyê ji. Gelek kes di wan platforman de diravan qezenc dikine. Heta gelek kesan êdî tixwîbên exlaq û etîkê ji çirandine û ev platform kirine cihê pêşengeha laşê xwe. Jixwe eva henê bi taybetî mijara etîk û felsefê ye ku li ser biponijin û analîzan bikin.

Belê, îro ciwan heta zarok ji ketîne di nav pencên teknolojî û medya civakî de. Bi taybetî ji nivşên di navbera 13-25 salî de êdî bûne êxsîrê medya civakî. Heta temênên bestir ji. Dêûbab ji di vî warî de gelekî xemsar in û peywira xwe naynine cih. Bê goman ev quncik ji vê mijarê re teng e û têrê nake. Lê belê min xwest hema hişyarîyek kiçik be ji, ez vê bînime bîra we.