Devera Şengalê, wekî bajar û herêm navenda herî girîng ya Êzidiyane.
3’ê tebaxê 2014’e dîroka rûreşiyeke din a mirovahiyê ye. Dîroka îxanet û qehremaniyê jî li vir careke din xwe da holê û rûyên heyî maskeyên li ser xwe avêtin.
4 sal di ser komkujiya şengalê re derbas dibin, şengal rizgarbû lê civaka êzidî birînên xwe hîne jî nepêçane. Ji ber heta niha gelek jin û keçên êzidî di destê Çeteyên hov de dîl girtîne.Dîmenên wê rojê û rûreşiya hêzên li wir di hiş û bîra me de aliqî mane, bi taybet jî gelê Êzidî yê di nava pençên qirkirinê de hate hîştin. Pêşmerge reviyan û gelê êzidî li ber wê hovîtiya çeteyan him jî dijwariya germa havînê de bê çek, av û xwarin hatin hiştin.
Yên destwerdana vê rewşê kirin û bi hawara Şengaliyan ve çûn gerîlayên PKK û zarokên kurd ên di nava tevgera azadiyê de bûn. Bi hezaran kes rizgarkirin û bi riya koorîdorên ku Yekîneyên Parastina gel YPG vekirin ew ji wê wehşiyetê xilas kirin.
Rev, îxanet û li rex wê jî qehremanî wiha bû.
Em bên roja îro dîsa heman hêzên ku li ser gelê êzidî bazar kirin, bi çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk re hevkarî kirin û êrişa şengalê organize kirin heta niha vê riya xwe ya Îxanetê didomînin.PDK’ê bi helwestên xwe yên li ser dagirkeriya dewleta Tikr li ser başûr kurdistanê jî vê hevkariyê zelal dide ber çavan û eşekere vê yekê dike. Rojane çawa ku Şengal hate wêrankirin niha gund û herêmên başûrê kurdistanê rastî bomberanarê tên û ev jî bi erêkirina Rêveberiya başûr di sêrî de partî demokratî kurdistanî ku pêşmergeyên wan li şengalê li pişt erebeyan siwardibûn û direviyan pêk tê. Dîsa PDK’a ku şengal radestî DAIŞ’ê kir heta roja îro êrişên xwe yên li ser rojavayê kurdistanê didomîne û ev yek bi rûyê wê yê li rojava bi navê ENKS’ê ku ket pêşiya dewleta Trik û heta niha komkujiyên ku rûyê DAIŞ’ê yê rast yanî dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne hemû bi pêşengî û rênîşandana wan endamên ENKS’ê pêk tê.Dîsa Çete û leşkerên dewleta Tirk li Efrînê jî kuştin û revandina êzidiyan didomîninm cihên sembol û beweriya wan wêran dikin.
Herî dawî ji bo ku çareseriyek li Sûriyê pêk were û gelê kurd bibe xwedî hêz û mafekî rewa yê xweseriyê hevdîtin di navbera Meclisa Sûriya demokratîk MSD û Rêjîmê de pêk hat û li ser hin mijaran dîyalog hat destpêkirin. Lê PDK-MÎT’ê dîsa xwestin tiliya xwe bixin meselê, yekser ketin dewrê û berê xwe dan Şamê û hewldanên xwe yên xirabî û fesadiyê kirin.
Bi van hemû hewldanan re jî komkujî û felaket hatin serê gelê li herêmê hîne jî tên.
Lê ya sosret ew e ku heta niha civaka navdewletî li hemberî van komkujiyan bê dengiya xwe dewam dike û ji bo dawî li van çeteyên ku niha dewleta Tirk li Idlibê dixwaze nave wan bughere û rûyê wan sipî bike ti gavan navêje.
Dîsa komkujiya ku beriya çend rojan li Siwêdaya başûr Sûriyê pêk hat û DAIŞ’ê girt ser xwe û dîsa hêjmarek Jin dîl hatin girtin wênaya ku di 3’ê Tebaxê li Şengalê pêk hat nîşan dide. Yên ku li hemberî komkujiya li şengalê bêdeng bûn û heta niha NY ku wekî Jînosîd pênase nekiriye wê ji bo rê li komkujiyên nû yên weke ku niha li Efrîn û Siwêdayê li ser gelên herêmê pêk tên bibin xwedî helwest gelo?
Ev hêzan çi girtine û çima ji bêdengiya xwe ya ku rê li komkujiyên mezintir bigre dernakevin?
lê xwazî ku zimanê Şengalê û gelek deverên komkujî lê pêk hatin hebûya, hesab ji mirovahiyê bixwasta, behse rûreşî û îxaneta PDK ya 3’ê tebaxê bikira û bêbextiya cîhanê baniya ziman.
Mihemed SEYDÎ