Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagirkirin herî zêde jî êrîşî jinan dikin. Dagirker jinan direvînin, destdirêjiyê li wan dikin û dikujin. Li gorî daneyan, di êrîşên li dijî Efrînê de heta niha 38 jin hatin qetilkirin, 81 jin hatin birîndar kirin û 25 jin hatin revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û komên çete, bi kiryar, rê û rêbazên DAIŞ’ê li Efrînê tevdigerin û herî zêde êrîşî nasnameya jinan dikin. Li Efrînê jin tên revandin, tên kuştin, rastî îstîsmara zayendî tên, îşkenceyên giran li wan tê kirin û kincên reş li ser wan tên ferzkirin. Ji destpêka êrîşa dagirkeriyê li ser Efrînê heta niha bi dehan jin hatin revandin û kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên hevkarên wê di 20’ê Çile de êrîşî Efrînê kirin û di 18’ê Adarê de jî Efrîn dargirkirin. Di êrîş û dagirkirina Efrînê de herî zêde jinên herêmê bedelên mezin dan. Di êrîşan de bi dehan jin jiyana xwe ji dest dan, rastî îstîsmar, tecawîzê û îşkenceyê hatin û hatin revandin û winda kirin. Li hemberî van êrîşan jî tevahiya cîhanê bêdeng man û çavên xwe girtin.
Li gorî daneyên berdestan, di êrîşên li dijî Efrînê de 38 jin hatin qetilkirin, 81 jin hatin birîndar kirin û 25 jin hatin revandin.






