Derbarê fermana 73’an a li ser Êzidiyan jinên Êzidî yên Kampa Newrozê gotin: “Bi saya berxwedana me û şervanên me em ê tu carî nehêlin ku fermanên din çê bibin.”
Çar sal li ser Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Êzidiyên Şengalê re derbas bû. Bi wesîleya salvegera Fermanê jinên Êzidî yên Kampa Newrozê ya Dêrika axivîn û anîn ziman ku ew rê nadin fermanên din.”
Jina bi navê Neham Elyas got: “Dema ku navê Şengalê tê gotin êşên me tê bîra me. Em ê tu carî êşa xwe û xayintiya ku li me hat kirin ji bîr nekin. Em serî natewînin. Em berxwe didin em ê berxwe bidin. Em ê her rûmeta xwe li dijî dagirkeran biparêzin.”
Jina bi navê Kinê Xelîl jî wiha got: “Di fermana Şengalê de gelek jin hatin revandin, kuştin, îşkencekirin û firotin. Em ê tu carî vê yekê ji bîr nekin û ji bo fermanên nû dubare nebin em ê berxwe bidin. Di şexsê jinên Êzidî de xwestin ku rûmeta hemû jinên cîhanê bişkînin. Em ê planên qirêj ên dagirkeran vala derxînin. Dê berxwedana me bidome.”…JINNEWS






