Meclisa Sivîl a Reqayê li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê Buroya Jinan bi merasîmekê vekir.
Endamên Buroya Jinan a Reqayê, endamên Meclisa Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, şervanên QSD`ê, hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê beşdarî merasîma vekirina buroya jinan bûn.
Di marasîma vekirinê de li ser navên saziyên jinan axaftin hatinkirin û vekirina buroyê li hemû jinan hate pîrozkirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku vekirina buroyê wê bandorê li rêxistin û rola jinan di hemû aliyên jiyanê de bike û bi taybet jinên ereb ên ku rewşa wan û hemû mafên wan hatine paşguhkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku vekirina buroyê pêngaveke ber bi xurtkirin, zanebûn û tevlêbûna jinan di hemû aliyan de ye.
Di berdewama axaftinan de hate gotin ku wê Buroya Alîkariya Jinan projeyan ji bo pêşxistina jinan pêk bîne.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku bajarê Reqayê bi xwîna şehîdên ku efsaneyên dîrokî li hemberî zilma çeteyên DAIŞ`ê meşandin, hate rizgarkirin û hate gotin ku Meclisa Jinan a taxa Rimêla wê ji bo çareserkirina hemû dozên jinan bixebite.
Paşê deriyê buroyê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ve hate vekirin…ANHA






