Rojnameya Ronahî

Biryara 2254’an ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Endama Meclisa jinên Sûriyê û Rêvebera Ofîsa Qamişlo Mekiya Hiso diyar kir ku di 18’ê Berfanbara 2015’an biryara 2254‘an ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hat li darxistin bi armanca çareseriya pirsgirêka siyasî ji bo kirîza Sûriyê.

Di biryara 2254’an de bangawazî li hemû aliyan hat kirin ku tavilê êrîşên li dijî armancên sivîl rawestînin, herwiha  daxwaz ji hemû dewletan hat kirin  ku piştgiriyê bidin hewildanên ji bo bidestxistina agirbestekê û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî jî hat kirin ku aliyan li hev kom bike da ku di destpêka Çileya 2016’an de bikevin nav danûstandinên fermî de. Di heman demê de komên ku wekî “Terorîst” têne hesibandin, di nav de DAIŞ û Cephet El-Nusra, Çalakiyên êrîş û parastinê yên li dijî van çeteyan were dewam kirin, Ji bo şopandina agirbestê dê mekanîzmayek bê avakirin.

Di derbarê biryara 2254’an ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê de derketibû, endama Meclisa Jinên Sûriyê û Rêvebera Ofîsa Qamişlo Mekiya Hiso ji rojnameya me re axivî.

Sedema derketina biryara 2254’an

Mekiya Hiso diyar kir ku biryara 2254’an a ku bitaybet ji bo rewşa Sûrî derket, ji ber ku di sûrî de gelek alûzî, pirsgirêk û gelek komên çete derketin û her komek ji wan navek  cuda li xwe kir û di bin navê paristina sûrî de tevger kirin û wiha got: “Van çeteyan gelek zirar gihandin Sûrî, her wiha rêjîma Sûrî jî ji destpêka alûziyê heya roja îro bi heman deng û siloganan bang dike, heya roja îro guhertin di sîstema rêjîma Sûrî de çênebûye, lê belê  di nav gelê Sûrî gelek kuştina navxweyî çêbû,  ji ber vê yekê gelek kongir lidarketin da ku biryarek were danîn ji bo vê pirsgirêka Sûrî, wek; Kongirê Cinêv ya yek, du û kongirê Viyêna hatin li darxistin û têde hat niqaş kirin ku divê çareserî ji vê pirsgirêkê re were danîn, ji ber ku gelek zirar gihaye gel û bi taybet li ser jin ê, 2013’an de hevdîtin di nav 40 dewletan de hat kirin, heta 2015’an jî alûziya di hundirê Sûrî de  çareser nebû bû. Di 15’ê Berfanbara sala 2015’an de biryara navneteweyî ya 2254’an derket ku têde; çareserî ji bo pirsgirêka gelê Sûrî di aliyê siyasî de were kirin, şerê leşkerî bisekine û kesên koçber bûn jî bikaribin careke din vegerin bajarê xwe. Her wiha rola jinê jî hebe ku karibe çareseriyê di hundirê Sûrî de bibîne, kesên girtî yên li cem hikûmeta Şamê nasnameya wan were eşkere kirin, wekheviya pêkhateyan di hundirê sûrî de jî cêbibe biryarê ev xal di nava xwe de dihewand.”

Sedema nepêkanîna vê biryarê

Endama Meclisa jinên Sûriya yê û Rêvebera Ofîsa Qamişlo Mekiya Hiso dawî li axaftina xwe anî û wiha got:”Ne pêk anîna vê biryarê heta niha sedema wê ne qebûl kirina hikûmeta Şamê ji van xalan re û bi taybet jî xala ku eşkerekirina nasnameya kesên ku di girtîgehan de. Her wiha ne qebûl kirina wê ji her kesê ku cihê xwe di biryara çareseriya sûrî de bigire. Di heman demê de gelek dewlet di bin navê çareseriya pirsgirêka Sûrî de derbasî sûrî bûn, lê hat diyar kirin ku ji bo berjewendiyên xwe hatine, dewleta dagirker di kongira Cinêvê de got nabe ku PYD’ê hazir bibe di vê kongirê de, ji ber ku dizane PYD’ê ya herî demokrase û dikare pirisgirêka Sûrî çareser bike. Rêveberiya Xweser hazire ji her tiştî re da ku ev biryar pêk were, ji roja damezrandina xwe ve bang dike ku pirsgirêka Sûrî çareser bibe û herkes di Sûrî de xwedî maf be. Herwiha destûreke nû ji bo Sûriyê were dayîn û hemû pêkhate tevlî van destûran bibin. Bangewaziya me ew e ku em bikaribin dengê xwe bighînin her kesî û bikaribin çareseriyê ji bo pirsgirêka Sûrî bibînin û bi yek dengî bang bikin da ku bikaribin bandorê li raya giştî bikin.”