Rojnameya Ronahî

Giringiya Ziman

Ahmed Aktaş

Ziman, di jiyana mirovan de çendîn bi hewce ye, tê zanîn.

Zanyarên civakî û filozof jî dibêjin, di jiyana mirovahiyê de sê hîmên sereke hene: Ziman, niştiman û bawerî.

Hinek kes nijadan jî, ji hîmên bingehîn destnîşan dikin, lê ev têgîna nijad û ziman pêkve tên jimartin û jixwe heke ziman nebe, hebûna netew bê wate dimîne.

Weke mînak tê gotin ku cudahiya navebera mirovan û ajalan ziman e, heke ziman nebe ti cudahî di navbera mirov û lawiran de namîne!

Bi xêra/bi saya zimên, têgihandina mirovan ji hevdu bi leztir dibe û dikarin zûtir serpêhatiyên xwe pêşkêşî hev bikin û zêdetir sûd werbigrin.

Lewma bi derketina ziman re, pêşkeftina têkiliyên mirovan, zanebûn û geşbûna civakî ya giştî jî pir leztir bû.

Ji ber vî aliyê kêrhatî yê zimên ê ji bo zanebûn û pêşketina hişmendiya mirovan, êrîşên desthilatan ên talan û dagirkeriya li dijî bindestan jî despêkir, êdî şer û pevçûn ket nava civakan û gelan û heta îro dewam dike.

Ji bo ku mirov/gel zane nebin, bindest bimînin, ji serdestan re koletî û xulamtiyê bikin, divê rêya zanebûn û xurtbûna hişmendiya wan were girtin!

Li ser vê mijarê, Makyavell ê aqilmendê prens û qiralan, wisa şîretan li wan dike: Heke hun dixwazin gelekî/nijadekî bixin kole an li bin destê xwe xulam bihêlin, divê pêşî hûn zimanên wan asimile bikin!

Jixwe ew zihniyet û siyaseta netewdewlet a ku nuha jî dibêjin yek netew, yek ziman, yek û yek, yek, yek…, di vê serdemê de pêşengiya wê siyaseta malxerab Receb Erdogan dike.

Receb Erdogan û D.Bahçeli, ne bi tinê kurdkujiyê li ser hemû Kurdistanê didin meşandin, belê mirov dikare bêje qirkirinê, li her deverê ku destdavêjê, li ser hemû gelan û baweriyên serîhildêr qirkeriyê pêktînin.

Jixwe ji dirûşma wan a “yek ziman, yek netew û hwd.” jî, ew zihniyeta qirker diyar dibe!

Di kiryarî de jî li Başûr û bi taybetî li Rojava hemû herêmên dagirkirî; li Efrînê, Girêspî, Serêkaniyê û hwd.saziyên tirkkirinê ava kirine, perwerde jî kirine bi zimanî tirkî!

Di encamê de, li dijî zihniyeta wan a qirker û sistema “yek yek”ê, divê bi zihniyeta jiyana hevpar û azad a pir ziman, pir netew, pir bawerî, bi naveroka Netewa Demokratî û sistema Konfederaliya Demokratî siyaset û xebat were meşandin.

Bêgûman li vira, mijara ji bo her gelan perwerda bi zimanê dayikê, mijarek sereke û bingehîn û li Rojava mînaka vê pergalê/sîstemê gelek bi pêşketiye û divê hîn pirtir were bipêşxistin!

Di 2014’an de bi damezrandina Rêveberiya Xweser re zimanê kurdî, bû zimanê fermî yê dibistanan. Helbet her pêkhateyek jî, dikare bi zimanê xwe perwerdê bike.

Li goreyî agahiyan li Rojava, 4 hezar û 798 dibistan, 42 hezar û172 mamoste û 860 hezar û 729 xwendekar hene.

Perwerde, bi sê zimana ye: kurdî, erebî û suryanî. Her wiha çerkez, ermen, tirkmen û hwd.hemû pêkhate.

Hilbet divê mînaka Başûr jî di ber çavan re were derbas kirin û ew bandora siyasî ya neyînî ya li ser ziman û perwerdeyê were dîtin û hevkariya li gel Rojava were xurt kirin.

Jiyan, bi zimanê dayîkê xweş e!