Rojane bi dehan jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serdana Mala Jinan a bajarokê Til El-Simin ê Reqayê, dikin.
Piştî rizgarkirina bakurê gundewarên Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê jiyan hêdî hêdî vegeriya bajêr. Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê di 1’ê Sibatê de li bajarokê Til El-Simin ê bakurê Reqayê, Mala Jinan vekir. Mal bi armanca vegerandina hemû mafên jinan ku di dema DAIŞ’ê de ji destê wan hatibûn birin û her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan hate vekirin.
Rojane bi dehan jinên herêmê serdana Mala Jinan a bajarokê Til El-Simin dikin. Mala Jinan ji destpêka avakirina wê ve bi dehan doz çareser kirine.
Endama rêveber a Mala Jinan Wezîre Mihemed diyar kir ku ew ji bo piştgiriya jinan di hemû aliyên parastin, alîkarî, perwerdeyê de xebatan dimeşînin.
Wezîre destnîşan kir ku jinên herêmê ji ber rewşa dijwar ku tê re derbas bûne û ji ber qanûnên DAIŞ’ê, jinên bi kesayeteke lewaz ku nikarin mafên xwe bistînin, afirandin. Ji ber wê Mala Jinan a Til Simin ji bo alîkariya jinan û fêrkirina wan, ji bo pêkanîna debara xwe bi xwe di aliyê aborî de, dixebite.
Tevî derfetên kêm Mala Jinan a bajarokê Til Simin bi erkên xwe radibe û cihekî xwe yê taybet di nav jinên herêmê de girtiye…ANHA






