Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi daxuyaniyekê qutkirina avê li ser kampên Şehebayê hatin şermezar kirin

24/02/2024
in NÛÇE
A A
Bi daxuyaniyekê qutkirina avê li ser kampên Şehebayê hatin şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Rêxistina UN ya cîhanî, av li ser kampên koçberên Efrînê li herêma Şehbayê qut kiriye. Desteya Şeredariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê û gelê Kampan bi daxuyaniyekê ev siyaset şermezar kirin.

Gelê Efrînê yên ku 6 salin koçberî herêma Şehbayê bûne, di şert û mercên zehmet de di bin kona de jiyan dikin. Beriya 2 sala Rêxistina UN ya cîhanî av bi temamî li ser herêma Şehbayê da qut kirin û di 15`ê Sibatê de, av bi temamî li ser kampên koçberên Efrînê jî qut kirin. Li hemberî vê siyasetê, Desteya Şeredariya Kantona Efrîn û Şehbayê tevî gelê Kampan li Kampa Serdem bi daxuyaniyekê ev nêzîkatî şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedaniya gel, tevî hemû polîtîkeyan, her wiha helwesta UN şermezar kirin û wiha hat gotin: “Piştî derbasbûna 6 salan ji koçberkirina bi darê zorê ya gelên Efrînê ji herêmên xwe ber bi herêma Şehba ve, ji ber berjewendiyên siyasî yên welatên garantor li ser qada Sûriyê, ku gel berdêla wê di warê madî û manewî de dan, û ji bo yekîtiya xaka Sûriyê û ji bo jiyaneke bi rûmet li hember dijminê hov hê jî bedelên giran û buha didin, ev gelê dilsoz bi sekn û têkoşîn, tevî hemû êş û karesatan, li berxwe da, li ber xwe dide û wê li ber xwe bide, Li hemberî van hemû polîtîkayan bi hemû şêweyên dorpêçkirin û tirsandin, birçîbûn û şikandina îradeya gel, tevî wê em ji biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê li ser gelê me yên li kampan matmayî ne û em di desteya rêveberiya herêmî û bi navê gelê me yên li kampan vê biryarê şermezar dikin, ku beşeke ji binpêkirinên li dijî mirovan û mirovahiyê bi tevahî û bi ti awayî xizmeta destûr û qanûnên ku rêxistin li ser hatine avakirin nake, Berûvajî vê ev biryar tenê tişta ku dewleta Tirk a faşîst bi qutkirina avê li gelê me yê Hesekê kir, tîne bîra me û biryara UNICEF’ê jî piştgirî dide van polîtîkayan.”

‘Pêwîste UN bi erkên xwe yên exlaqî rabe’‘

Di dawiyê de bang aliyên têkildar hat kirin û wiha hat gotin: “Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku biryarên bi vî rengî ji nû ve li ber çavan re derbas bikin, her wiha  pêwîste zextê li UNICEF bê kirin da ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember vî gelî pêk bîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.