Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurdan bi dengbêjiyê çanda xwe parast

03/08/2018
in Uncategorized
A A
Kurdan bi dengbêjiyê çanda xwe parast

ANF Images

Share on FacebookShare on Twitter

Dengbêj Naîf Munisî yê ji gundê Munisî yê navçeya Hezro ya Amedê ji 8 saliya xwe ve bi rengekî bê navber klamên dengbêjiyê dibêje. Dengbêj Naîf Munisî ku bi sedan kilamên wî hene dibêje, dengbêjî çand û dîroka Kurdan e.

Dengbêj Naîf Munisî ku bi sedan kilamên wî hene dibêje, dengbêjî çand û dîroka Kurdan e.
Dengbêjî vegotina dîroka Kurdan e ku îro jî di nava çand û hunera Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Yek ji şopdarên vê çandê Haîf Munisî ye. Dengbêj Naîf Munisî li gundê Munisî yê navçeya Hezro ya Amedê sala 1969’an ji dayik bû. Ji 8 saliya xwe ve bi rengekî bê navber klamên dengbêjiyê dibêje. Dengbêj Naîf Munisî sala 1968’an tevî malbata xwe li Sûrê bi cih bû. Di çûkaniya xwe de tevî kalkê xwe li dîwana dengbêjan timî guh da kilaman.

DENGBÊJÎ DÎROKA GELÊ KURD E

Munisî diyar kir ku dengbêjî çanda gelê Kurd e û wiha dewam kir: “Bi saya dengbêjiyê Kurd hîn jî dikarin çand, huner û dîroka xwe biparêzin. Dengbêjî çanda gelê Kurd e. Em Kurd bi dengbêjiyê qala dîroka xwe dikin. Bi dengbêjiyê qala şer, çîrok, eşq û destanên xwe dikin. Dengbêjan hest û dengê Kurdan ji dîrokê ve gihandine serdema heyî. Dengbêjan wêje û dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin, bi deng û hunera xwe parastine û gihandine vê demê.”

KILAMÊN HERÊMÊN SERHED, AMED Û BOTANÊ DIBÊJE

Munisî anî ziman ku kilamên dengbêjên herêmên Serhed, Amed û Botanê gelekî bandor li wî kirine û hîn zarok bû biryar daye ku bibe dengbêj. Munisî got, di nava dengbêjan de yên herî zêde bandor li wî kirine Dengbêj Salihê Beynatê, Huseyîn, Tayip Sêrtî û Şakiro ne. Munisî destnîşan kir ku dengbêjî vegotina êş, kêfxweşî, eşq, koçberî û gelek bûyerên bi vî rengî yên bi serê Kurdan ve hatiye û wiha dewam kir: “Ez ne tenê kilamên Amedê dibêjim. Kilamên herêmên Serhed, Botan û Xerzanê jî dibêjim.”

DENGBÊJÊ GEL IM

Munisî diyar kir ku ew dengbêjê gel e û got, “Bi sedan kilamên min hene ku min bi xwe çêkiriye. Ez dengbêjê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan im. Weke hinekan ez ne stranbêjê Erdogan an jî yê dewletê me. Ez ji gel re distirêm. Gel dixwaze, ez jî distirêm. Li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HDP’ê min bi dehan kilam amade kir. Min bi kilamên xwe hewl da bûyerên li vê herêmê qewimîne vebêjim. Ev dengê dilê min e, daxwaza gelê min e.”…Denîz ÎKE

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.