Di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de, pêşengeke alavên kevin li navçeya Şêrawayê hate vekirin vekir.
Di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de ku ji aliyê Tevgera Tevana Zêrîn a herêma Efrînê ve hatiye organîzekirin pêşengeheke alavên kevin li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi amadebûna sedan kesî hate vekirin.
Komên girêdayî Desteya Çand û Hunerê stran, dîlan û helbest di pêşengehê de pêşkêş kirin.
Endama Tevgera Kevana Zêrîn Emel Îbiş diyar kir ku di nava mehekê de amadekariyên vekirina pêşengehê hate kirin û destnîşan kir armanca sereke ya vekirina pêşengehê çanda Efrînê were naskirin û ji hewldanên tunekirinê were parastin.
Pêşengeh ji destar, fanos, cil û bergên Kurdî yên jinan, hawin û hwd, pêk dihat…ANHA






