Muzîk dayîna der a hestên civakê bi deng e. Her wiha ji destpêka dîroka şaristaniyê ve jî heye. Şewazekî vergerîna şahî, êş û bûyerên jiyana civakê eleqedar dikin û destana a melodiyê ye. Yekser bandorê li hestê dike. Bi vî aliyê xwe muzîk ji jiyana mirov û civakê cuda nikare were fikirîn. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst vê yekê dizane ji bo rêvebirina bijarte û hestên mirovan gelekê ji muzîkê sûdê werdigire. Tiştê ku modernîte dixwaze bike ewe ku kes ji dîrok, nirxên civakî qut bike li gor civaka şahî û pêşandanê li ser bingehê tevkujiya çandî asîmile bike û bihelîne. Ji ber ku di civaka pêşandanê de afrînerî tune ye, teqlîd heye. Ev jî tê wateya wergerandina tolazî a kesayet û civakê. Di bingehê wê de derbaskirina demên xweş heye. Berovajî vê yekê di klam û stranên me de rastiyeke dîrokî û exlaqê civakî heye. Xitabî hestê mirovan dike.
Her pêngavek di soresan de dibe sedema xwe guhertîna serdemekê,mînak, civak, ramyarî, bîrdozî, û her wihajî hunera stranbêjiyê.Bi pêsengiya soresa azadiyê re. berxwedana 1982,an ya li zindana Amedê bû cavkaniyeke hêzdayin û pêşxistina strana şoreşgerî ya berxwedêr.Tevî ku beriya derketina şoreşa vejînê, bi dehan hunermend û dengbêjan di stran û hunera xwede pesinê delaliya kurdistanê pir dane lê dîsan jî ji ber gelek sedem û egerande di xêzeke pir teng ya devkî û heremî de mabû. Lê tevlî van tengasî û astengiyan dîsa ev berhemana hetanî bi vê roja ku em tê de dijîn weke miras û çavkaniyeke resen ji me hunermendan, û nifşan re maye.
Bi pêngava vejîna 15,ê tebaxê re berê stran û muzîk a şoreşgerî kete qonaxeke din li gel ku gelek hunermend û stranbêjên wê serdemê, di serîde koma berxwedan ku hîna di destpêka salên tekoşînê de, berhemên hunerî yê alternatîf afirand, pêre jî misyonek şoreşgerî jî girte ser milê xwe, bi vê misyonê re pêşî li takakesîtiya aloz û bê rêxistinkirî girt.
Helbet ji destpêka tekoşînê de, rastiya kû hişt koma Berxwedan û hunermendên soresger rola xwe bilîze, bibin dengê gel û şoreşê, her weha, bibe sedema pêşxistinê, bê guman girêdana bi tekosînê re û bi ked û xebata Şehîd Sefkan, Mizgîn û heta ya gelek hunermendên şehid bû. Ev mînak, di heman demê de, li dijî bandora modernîteya kapîtalîste, li dijî takakesîtiya popîlîst ya li hemberî kolektîfizimê bû ye bersivek bingehîn!.
Îro gelê me, li rojavayê kurdistanê şoreşa gel, bi awayekî awerte û hunerî roj bi roj mîna tevnê, bi ked û ronahiya çavan tê neqişkirin, birê ve dibe û bingeha dehatuya azad diafirîne.Ev şoreşa ji aliyê hemû kurdan ve wek rojeva sereke tê pejirandin.
Bi kurtî weke ku li jorê jî hatiye dest nîsankirin , divê hemû hunermendên stranbêj ji kurt û kêmasiyan xwe rizgar bikin û hunera strana soresgerî û çanda otantîk ya resen, ji xwere bikin bingeh bi pêş bixe, û careke din li rastiya diroka xwe ya berxwedêr vegerin, di eniya çand û hunerê de, bibin dengê şoreşa nuh.
Li ser hîmên rêhevaltiya Sehid Mizgîn,Sefkan û Serhedan xwe ji nuh de, bi hêz û rêxistin bikin û li ser vê bingehê bibin stran û dengê netewa demokratîk ya azad.
Hozan Seyîdxan