Ger em bi çavek lekolînvanê cîvaknasî li rewşa cîhanê binêrin, Rewşa tevahî civakên cîhanê di warê çanda nûjende gelek lewaz û şelûye. Gelek sedemê ve rewşê hene lê li gor min sedemên bingehîn, par nehîştina çand û hunerêye. Hêzen cîhanê ên gire gir, di warê sîyaseta ku tê meşandin hunerê wekê beşekê sanayî dibîne û li gor wê tevdigere. Dema roldayîna hunerê wek beşek ji sanayiyê be, ew dem berhemên huner dibe wekê berhemên meta ên fabriqayan. Naxwazim zêdetir li ser rewşa hunera kapîtalîzm bisekinim, mexseda min ji vê mînakê ewe kû, em jî ketine bin badora ve çanda fabrîkasyonê.
Ji salî 1990 şûnde, Tekoşîna Azadiyê bi xurtayî li ser civaka Kurdistanê bandorekê tûj, guhertinên mezin afirand. Ev şoreş bi cangorîtiya jin û mêrên leheng, rê li ber ronîkirina civaka kû gelek paşmayî hîştin vekir.
Lê dijminê kurdan ên tu zagonên navnetevî nenas û bi hovitiyek mezin bi ser gelê Kurdistanê de şerê qirêj dimeşandin, bi vê hovitiya xwe di civakê de çanda şerê qirêj jî da afirandin. Tekoşîna Azadiyê di vê warê de zêdetir nedikarî bibe bersiva resen û rast, ji ber ku şerê mayîn û nemayînê dimeşand. Siyaseta rojanê jî, mecbûr dima kû piranî li ser propoganda tekoşîna tûj û vala derxistina derew û hîleyên dijmin rawestiya.
Her waha di nava propogandayên dijmin ên qirêj û derew de û a şoreşa Kurdistan ji bo serxwebûn û azadiya gelan de, huner tenê bi berhemên rojan bû bersiv. Ev bersiv ji bo dema kurt dibe kû encamen erênî biafrîne, lê di demdirêjiyê de wê gelek xirabiyên mezin daxe nava çanda civakê.
Dema îro de em van xirabiyan dibînin, lê dive em bê rawestan li dij van xirabiyan derkevin û berya kû bêtir qirêjkirina huner û çanda civaka me, divê em bersivên resen û rast biafrînin.
Yekem divê em di dibistan û tevgerên çandî de raste rast guftugoyên tûj li ser vê rewşa huner hunandina nerast bisekinin û nebêjin ev kes wê behşê, filankes bixeyîde. Em biryarên tûj bistînin ku, bila zarokên me ji vê hunera arabesk dûr bimînin.
Televzîyon û radyo û komelên me divê xwe ji bandora çanda arabesk, postmodern û kesên takakesiya xwe dane pêş xwe rizgar bikin.
Çand û huner ne ji bo popîlîzma kesane û ne jî rêya qezenc kirina perane, çand û huner divê ruh asekirina civakê be.
Di civîn, konferas û kongreyan de, bêtirê biryar stendinan, divê hunera resen û çanda şoreşê di jiyana civakê de bête çandin. Ev çandina resen bi riya kesayetên kû ne di bandora arbesk an jî postmodern da bête pêkanîn.
Kesên kû bi salan muzîka arabesk gotine, ne mumkune kû ew ji nivşên nû re bikaribe bibe mînakên rast. Divê em qada çand û hunerê ji van kesayetan azad bikin.
Çanda kû di ruhê Mazlum, Berîtan, Egît û Arîna de hatî afrandin, divê bi kesayetên akademîk bête pêşxistin.
Rotînda YETKÎNER