Rojnameya Ronahî

Rêxistin û Parastina Civakê

Rohat Bulut

Dema mirov behsa civakekê bike, divê mirov hêmayên parastina wê civakê jî li ber çavan bigire. Heke civakek neyê parastin dê bi xeteriyên mezin re rû bi rû bimîn e. Baş e, civakek çawa dikare bi hemû hebûn û nirxên xwe bê parastin? Dema em dinêrin gelek rêyên ku civakê diparêzin hene. Di asta herî jor de rêgezên bingehîn ên rêxistinbûna demokratîk weke kongre û di asta bingehîn de jî komînên herêmî, kooperatîf, rêxistinên sivîl, mafên mirovan û rêxistinên şaredariyan dikarin bên rêzkirin. Bêguman parastina fîzîkî ya hêzdarî (çekdarî) aliyekî din ên parastinê ye.

Di bin van xalên ku me rêz kirin de, pêdiviya gelek rêxistinên berfireh û li ser mijara xwe pêşketî, bi şax û komîteyên din hene. Ji bo demokrasiyê civaka herî birêxistinkirî lazim e. Ji xwe rêxistinbûyîna civakê dikare hebûna wê jî biparê e. Lewre rêxistin ji bo civakê û îfadekirina daxwazên civakî pêwîste û nebe nabe ye.  Heke, civaka ku xwe rêxistin neke, nikare demokratîk jî bibe. Dema em vê hewcehiyê dibînin pistiya ku hemû qadên siyasî, civakî, aborî û çandî ku rêxistinên xwe ava bikin zelaltir dibe û girîngiya vê yekê xwe bi hemû şaneyên me dide hîskirin.

Bêguman rista partiyan jî di vir de gelekî girîng e. Partî ji bo demokrasiyê wekî rêxistinên bingehîn ên siyasî neçar in ku hebin. Rêxistinên sivîl di qada civakî de şeklê rêxistinê yê pêşeng in. Herwiha di warê hiqûqî de mafên mirovan, saziyên parêzer û hiqûqnasan û weqf mafên mirovan gelekî girîng in. Dîsa di warê aboriya civakê de organîzasyona sereke ya qada aboriyê, kooperatîf, komên xebatê û veguhestina giştî ya bazirganî, darayî û pîşesazî risteke bingehîne ku pêk were.

Dîsa pirsgirêkên serek yên civakê, tenduristî û perwerdehî ne ku herî zêde divê bên çareserkirinin. Tenduristî û perwerde ji bo hebûn û pêşeroja civakê nebe nabe ku divê bi hûrgilî li ser were rawestin. Herwiha rêxistinkirina huner û werzîşê jî ji bo perwerdehiya giştî ya gel û civakê qadên pêwîst in ku divê mirov bi girîngî li ser rawestin.

Ji bo gund û deverên biçûk teqez meclisinên gel û lijneyên rûspiyan divê hebe û rêxistinbûyînê pêş bixin.  Herwiha ji bo her gundî ji bo parastina çandê “Malên gel ên çandê” pêwîst in. Li gorî taybetmendî û xweseriya gundan divê komun weke rêxistinên herî bingehîn wate û girîngiyê bigire û di vî warî de risteke sereke bilîz e.

Dîsa di asta bajaran de jî meclisên bajaran saziyeke ku teqez nebe nabe ye. Sendîkayên şaredariyên nav bajaran di asta herêmî de gelekî girîng û watedar in. Divê ev hemû sazî û rêxistin di bin sîwanekê de bi karbeşî, hevkarî û şêwazên rêxistiniyeke civakî tev bigerin. Ji vê sîwanê re mirov dikare bêje ‘Kongreya Gel’. Di heman demê de ev dibe weke saziya herî bilind a biryarê û temsîlê. Ev modêl di bingeha xwe de modêleke rêxistinî ye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakê. Ji ber vê yekê ya ku mirov serê xwe li ser biêşîne rêxistiniya civakê ye. Naxwe mirov nikare behsa hebûn û parastinekê jî bike. Lewma bi taybe jî ji bo me (gelê kurd) gelek girîng e ku em bi rêxistinî tevbigerin û hebûna xwe biparêzin. Heke em bi rêxistinî tevnegerin, emê nikaribin ne hebûna xwe biparêzin û ne jî civakeke demokratîk, azad û wekhev pêş bixin.