Faruk Sakik
Van rojan ji ber du sedeman dîsa zimanê Kurdî di rojevê de ye. Yek jê Dersên Hilbijartî ye ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd hatiye bidestxistin. Ya duyem jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ye. Bi vê mijarê ve têkildar, ez dixwazin ji we re behsa Salên 90’î bikin. Di wan deman de ku li Kurdistanê şerê azadiyê û serhildanên gel germ bû.-Îro jî şerê azadiyê û rabûna gel her germ e.- Hingê dewletê weke îro ziman red dikir. Lê Kurdan bi pêşbîniya Rêber Apo ji bo vejandina zimanê Kurdî teknolojiyê bi kar anî. Televîzyonek vekir. Med–Tv. Ev televîzyon yekemîn televîzyona Kurdan bû li ser satalaytê weşan dikir û hemû sînorên dagirkeran pûç dikir. Bi saya wê televîzyonê zimanê Kurdî geş bû. Ez ê ji we re bi vê nivîsê behsa wan rojan bikin.
Piştî ku Med–Tv hat vekirin, rojek ji dostên Kurdan kesek Alman hatibû serdana Tv û gotibû; “Ji bo me Almanan Martin Luther çi be, ji bo Kurdan jî ew e. Med–Tv Zimanê Almanî ji gelek devokên cuda bu û ji hev fêmkirina li hin herêman zehmet bû. Martîn Luther Încîl bi zimanê Almanî çap kir û belav kir. Piştî vê xebatê standarta zimanê Almanî saz bû. Zimanê kurdî jî ji bo ku bi asîmîlasyonê rû bi rû mabû û devok û lehçeyên cuda hebûn ji hev fêmkirin pir zehmet bû. Lê bi vekirina Med–Tv standartek çêbû. Îroj Kurd hemû bi vê yekê wê ji hev fêm bikin”
Med–Tv weşana yekê ya dîtbarî bû ku zimanê kurdî jê bilind dibû. Televizyona kurdî û ya Kurdan ya yekê navê xwe ji yekem şaristaniya Kurdan ji Medan girtibû. Med–Tv 2500 sal piştî xerabûna şaristaniya Medan dest bi weşana xwe kiribû. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo Kurdan pir tişt neguherîbû. Kurdistan her di bin dagirkeriyê de û Kurd her nav têkoşîna neteweyî de bûn.
Zimanê wan qedexebû, navê welatê wan tune bû, serok û pêşengên wan an li zindanan, an li çiyayan an jî derbeder bûn. Med–TV wek ruhekî biefsûn li ser xaka Mezopotamya geriya, çand, folklor, ziman, adet, tore, muzîk, stran, çîrok û xeyalên însanên van zeviyên xemgîn careke din vejand. Zimanê Kurdî tevî çar zaravayên xwe her şev ji ekranên televîzyonan ber bi hesret û xeyalên Kurdan ê hezaran sal herikî.
Med–TV wek dibistanekê bû. Kurd yekem car bi saya vê televîzyonê bi dewlemendî û kûrahiyên nirxên xwe yên netewî hisiyan. Bi taybetî di nav Kurdan de hestên netewebûnê piştî weşanên Med–TV bi awayekî ber bi çav pêşket. Kurd bi hevdû hisiyan, welatê xwe nas kirin, bi dîroka xwe derxistin, bi hêza xwe hisiyan. Med–TV ziman û çanda wana qedexekirî û veşartî li wan vegerand. Ji hişyarbûna wan a sedê salan re alîkarî kir.
Lê ya esas xebatên ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî bû. Di destpêka weşana Med–Tv de, li Kurdistanê gelek kesan ji zimanê weşanê fam nedikir. Lê gelek kedkar û pisporên ziman, di Tv de li ser ziman xebat meşandin da ku ji çar aliyên Kurdistanê ji aliyê hemû kurdan ve ev ziman were fahmkirin. Bi demê re ev yek jî pêkhat. Hêdî hêdî fahmkirina ziman de pêşketin çêbûn.
Êdî di nav civaka Kurdan de, di dewsa selamunelêykum de ‘roj baş’, di dewsa teşekur dikim de ‘spas’, dewsa sihet de ‘tenduristî’ hat bikaranîn. Hêdî hêdî ew peyvên zimanên dagirkeran ku di nav axaftina rojane de cîh girtibûn dihatin rakirin. Piştî demekê, roj hat axaftina bi zimanê dijminên Kurdistan wek eybek dihat dîtin.
Her çiqas kovar û rojnameyên bi kurdî hebûn jî lê ji bo di nav kurdan de xwendin û nivîsandin kêm bû zêde bandore xwe tunebû. Med–Tv ev valahî bi bernameyên xwe yên ziman û bi weşana xwe tijî kir. Med–Tv li ser daxwaza Rêber Apo hat avakirin. Û di van xebatên Med–Tv yên ziman de keda Tevgera Azadiya Kurdistan û Rêber Apo divê neyê jibîrkirin.