Rojnameya Ronahî

Efrîn Bi Hêza Şerê Gelê Şoreşger Hat Parastin

Vîndar Roj/ Şehba

Parastina mal, tax, navçe û axa Efrînê bi destê gelê welatparêz hat kirin. Ev parastin xwe disipart hêza parastina cewherî ya ku xwe li her deverî bi rêxistin kiribû. Endamên Hêza Parastina Cewherî anîn ziman ku Efrîn bi rihê şerê gelê şoreşger dihat parastin.

Hêza Parastina Cewherî di nava êrîşên li ser herêma Efrînê di 20’ê Çileya 2018 an de hatiye destpêkirin. Weke hêzeke fermî li ser esasê parstina gel û sînorên welat xwe birêxistin kiribûn. Di atmosfera stratejiya şerê gelê şoreşgerî de xebatên mezin dan meşandin. Hêza cewherî di bingeha avakirina sîstema Rêveberiya Xwser de hatiye rûnişkanidin. Hêza xew a civakê tê wê wateyê xwe parastin, ev xweparastin di walatekî parastî de ancax pêkan be. Ji lewra her ferdekî di şerê Efrînê de pêwîst bû ku bibe hêza parastina cewherî.

Di 58 rojan de xebat û erka ku Hêzên Parastina Cewehrî rakiriye ser milê xwe têkildarî vê yekê rêveberiya Hêza Parastina Civakî Zekiye Sîdo û Ebdilrehman Şêx ji rojnameya me re axivîn.

Di berxwedana serdemê de Rola HPC

Zekiye di destpêkê de bal kişandin ser rola HPC û HPC JIN di nava parastina Efrînê di demên şerê dagirkeriyê de û wiha pê de çû: “Hêzên Parastina Civakî ji zû de weke hêzeke parastinê xwe di hemû milan xwe birêxistin kiribû. Bi destpêkirina şerê dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê, bi serkêşiya hêzên parastinê em jî ketin nava atomosfera şer û li ser wê bingehê êdî xebatê me hatin meşandin. Hêzên parastina civakê xwe ji komîn heyanî asta herêmê birêxistin kiribû. Di asta yekemîn de welatiyên gund û navçeyan ji komînaan berê xwe didane çeperên şer. Di eniyên şer de ji bona alîkariya hêzên leşkerî, hêzên parastina civakî alîkariya locistîk, xwarin, cebxane amedekirin, birîndar dermankirin û birêxistinkirina gelê radibûn. Herwiha tabûrên şer yên xweset û giştî hatibûn amedekirin û tevlî vê pêngavê bûm û gihîştin asta şehadetê”.

`Bi hêrsa tolhildanê hevrêyên xwe oxir dikirin`

Zekiye di vegotina wan kêliyan de behsa şehadeta hin hevalan kir û wiha got: “Di nava vî şerî de para her kesekî ku canê xwe bide yan perçeyekî ji canê xwe bide hebû. Hêza Parastina Cewherî jî ev kêlî jiyan kirin. Di navçeya Mabeta û Cindirêsê de hevalên HPC ku gihîştin asta şehadetê çêbûn. Hevala me Ş. Sewsen li gundê Tislorê dema gel derbasî bin erdan dikirin, bi balefira şer şehîd ket. Her wiha Ş. Mizgîn li ser benda ewlekariyê ya Tirindê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, ew yekîne hemû jin bûn ez bi xwe jî di nava wan de bûm. Parçeyên hevalê xwe min bi destê xwe rakirin. Di heman demê de Ş. Himyet birîndar bû. Çiqas em van kêliyan bînin ser ziman jî zindîbûna êşa ku di wî cihî de dihat kişandin mirov nikare îfade bike. Lê belê li kêleka wê jî her tim coş û kelecana me bilindbû. Bi vîn û hêrsa tolhildanê hevrêyên xwe yên Şehîd dihatin rakirin”.

`Li hemberî dagirkeriyê hêza şerê gelê şoreşgerî`

Ebdilrehman yek ji endamên kevin yên ku di şerê berxwedana Şêxmeqsûd û Efrînê de cih girtiye. Herwiha anî ziman ku di berxwedana serdemê de wan cihê xwe di eniyên şer de li navçeya Mabeta de cih digirt û wiha domand: “Gelê Efrînê bi berxwedana serdemê de muhra xwe li dîroka têkoşînê xist ku li beramberî hêza 2 yemîn di NATO de sekinî. Di şerê taxa Şêxmaqsûd û Eşrefiyê de me cihê xwe weke hêza cewherî tê de girt. Di wan şeran de jî gelê Efrînê li ser esasê stratejiya şerê gelê şoreşger li hember ewqas alî şer kir û bi ser ket û berxwedaniya ku hatî jiyankirin heyanî îro jî tê vegotin. Di berxwedana serdemê de min cihê xwe di eniya navçeya Mabata de digirt. Ji eniyên şer zêdetir di aliyê birêxistinkirina gel û destekdayîna hevalên ku cihê xwe di eniyên şer de digirtin dibûm alîkar. Bi taybet tişta ku bala mirov dikşîne ew rihê berxwedanî û welatparêziyê bû. Di wan kêliyan de hemû gel ji 7salî bigre heyanî 70 salî tevan cihê xwe di eniyên şer de digirtin û weke artêşeke parastinê birêxistin kiribûn. Di wê demê de em têgihîştin ku şerê gelê şoreşgerî yê ku Rêber APO behsê dike ew e”.