Rojnameya Ronahî

Warê Xwedawendan tê tecawiz kirin

Nehîr pale

Berî niha bi şeş salan roja 20’ê Çile dewleta tirk a dagirker bi 72 balafiran bajarê xwedawendan Kantona Efrînê bombebaran kir. Li erdnîgariya ku yek ji mîrasên civaka xwezayî bû, dest bi şer kirin û xwîn rijandin. Mîna ku xencerê têxin hinavê dayîka xwedawend û her ji destê wan were xencerê dehf bidin, êdî xaka pîroz bê xwîn bimîne û her biçe ziwa dibe. Girtin, revandin, kuştin û destdirêjiya jinan rêbazên qirkirinê ne.

Efrîniyên ku bi darê zorê ew ji xaka wan derxistin niha her malbatek, ji malbatê jî her ferdek bi ciyên cur be cur ketine û hejmarek jî li Kampa Berxwedan, Kampa Serdem û Kampa Vegerê dimînin, hinek malbat jî li gund û bajarê Efrînê mane. Çavên her kesî lê ye wê kengî Efrîn rizgar bibe û vegerin. Êşa jinên Efrînê û jinên Filistînê ji hevdû nedûre. Çawa niha jinên Filistînî di encama şerê Hemas û Israîl de têne kuştin, li Efrînê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrîşî jin dikin.

Efrîn erdnîgariyeke pîroze, zûve xwîn lê nehatibû rijandin, lê di encama berjewendiyên dewletên navnetewî de Efrîn hat dagir kirin. Jinên Efrînê ji xaka xwe têne dûrxistin, eger kesek bixwaze li ser xaka xwe bimîne, çeteyên Tirkiyê wê rehet nahêlin. Êdî jinên Efrînê ji ber kiryarên çete û dagirkeran ditirsin li warê xwe bimînin û derfetekî biçûk bibînin wê derbikevin derveyî welatê xwe.

Di van her du sedsalên dawiyê de di encama şer de gelek trajedî, êş, kuştin û talanî çêbû, bi taybet jin di asta herî jor de hedefa dagirkeran e. Çete li gund û bajar destê xwe tavêjin jinan û wan direvînin û dixin zindanê, işkence dikin heyanî ku malbata wan pere bide çeteyan, an jî wê bukjin. Civakeke bi salan ji şer dûr bû û di nava aramiyekê de bû, li ser berhemên xwezayê jiyana xwe berdewam dikir, gundê êzidiyan hebû, li gelek gundan pêkhateya Kurd û Ereb  dûrî nejatperestiyê bi hevre jiyan dikirin, zimanê hevdû dizanîbû û çanda xwe bi hevre parve dikirin. Ji şûnwarên Efrînê dihat fêmkirin ku ew warê xwedawenda ye, gelek çand, ziman û ol bihevre jiyankirine, di navbera wan de pevçûn çênebûye û dema ku dagirkeran welatê wan dagirkiriye dest bi têkoşînê kirine.

Ji destpêka dagirkirinê ve, Efrîn ji gelê Kurd re bûye kulek, pîr û kalên Efrînê ku xaka wan eşqa dilê wan bû, destdirêjiya li ser xaka xwe tehemul nakin û di encama qirîza dil de wefat dikin, dilê wan ranake ku zeviyên wan ê darên zeytûnan werin qutkirin, şûnwarên wan werin dizîn, dest deynin li ser mal û xaka wan. Her di navbera demekê de li ser dezgehên ragihandinê belav dibe ku dayîk û bavên Efrînê ji qehra kiryarên çeteyan dilê wan sekinî ye û wefat kirine. Tirkiyê û çete fêrbûne xak, fîzîk û ruhê civakan tecawiz bikin, ne xema wane, a girîng berjewendiyên dagirkerane. Çeteyên ku bê rêgez û bê wijdanin dikarin ji bo pereyan hemû nirxên manewî bifroşin rojane destdirêjî jinên Efrînê dikin. Bi kiryarên xwe dixwazin warê Xwedawendan bikin çoleke rût û ziwa. Dîrokê tune bikin û nasnameya civakan bidin guhertin.