Li Akademiya Şehîd Xebat a YPG`ê 58 ciwanên ji Hesekê ku dewreya perwerdeyê bi dawî kirin, tevlî nava refên YPG`ê bûn.
Dewreya perwerdeyê ku navê Şehîd Ziyed, lê hatibû kirin, 45 rojan berdewam kir. Di perwerdeyê de, dersên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.
Bi armanca qedandina dewreyê merasîmek hate lidarxistin.
Hejmarek şervan û fermandarên YPG`ê, Hêzên Asayîşê, şêniyên Hesekê û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de yek ji fermandarên YPG`ê Delîl Şoreş qedandina dewreyê li endaman pîroz kir û got ku parastina welat erkeke ji her kesî tê xwestin û pêwîste endamên perwerdeyê li dijî her êrîşên ku werin kirin amade bin.
Di dawiya merasîmê de, şervanan sonda leşkerî xwarin û beşdarî nava refên YPG’ê bûn.






