Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Giyayên zozanan tehma penêr xweş dike

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Giyayên zozanan tehma penêr xweş dike
Share on FacebookShare on Twitter

Yek ji xwarinên herî giranbiha yên Wanê penêrê bi giyaye. Ji bo penêr xera nebe û çêj bikevê bi kûpan di bin erdê de vedişêrin. Jinên zozanî diyar kirin ku ew penêr bi şîrê miyan çêdikin û tehma xwe ji giyayê xwezayî yên zozanan distîne.
Li Wanê tişta herî bi nav û deng yêk jê taştêya wê ye. Tişta ku taştêyê dixemilîne jî penêrê bi giya yên zozanan e. Zozaniyên li taxa Qardoxan a navçeya Erdîşa Wanê ji şîrê teze yên miyan penêr çêdikin. Jinan dest bi çêkirina penêrê giya jî kir. Penêrê tê çêkirin ewil dixin kûpan û ji bo xera nebe û çêja xwe bigire di bin erdê de vedişêrin. Penêr heta mehên zivistanê di bin erdê de tê hiştin û pişt re derdixin.
Li gel penêr, keşk, nivişk, toraq û lorik jî tên çêkirin û jin di kûpan de vedêşirin.
SÎRIK TEHMÊ DIDE PENÊR
Ji van jinan Sabîha Kirmizi diyar kir ku ji bo amadekariyên zivistanê penêr û rûn çêdikin û penêrê çêdikin tehma xwe ji sîrika dixin navê digire.
Kirmizi anî ziman ku karê çêkirina penêr yek ji karê herî giran e û eziyeta vî karî jî jin dikişînin.
JI AVA PENÊR HILBERÎNÊN DIN JÎ ÇÊDIKIN
Sozdar Kirmizi jî destnîşan kir ku ew ewil girîngiya didin çêkirina penêr û keşkê û got: “Ewil em pênêr çêdikin, ava li pişt dimîne jî em jê hilberînên din çêdikin. Ava ji penêr dimîne em di tenûrê de dikelînin. Pişt re dibe toraq. Heta hefteyekê em vê toraqê ziwa dikin. Pişt re jî keşke jê derdikeve. Pêwîste em keşkê teqez bixin kîsên meles û biparêzin. Heta zivistanê em keşke vedêşêrin. Em di xwarina bi nav û deng keledoş a Wanê de bikar tînin. Keşke bi tenê jî tê xwarin.”
BI GIYAYÊN XWEZAYÎ ÇÊDIKIN
Faîle Saglam jî da zanîn ku ew giyayê li nav penêr dixin ên mîna heliz, sîrik, qaşim, mende di mehên biharê de li zozanan berhev dikin. Saglam behsa çêkirina penêrê xwe kir û got penêrê ew çêdikin bi piranî ew dixwin û yê mayî jî difiroşin. Saglam got ew penêrê xwe bi giyayê xwezayî yên zozanan çêdikin.
TEHMA WÊ JI
ZOZANAN E
Saglam anî ziman ku tehma penêrê wan ji zozanan tê û got: “Em miyên xwe li zozanan xwedî dikin û ji şîrê wan penêr çêdikin. Tehma mezin ji giya digire. Penêrê me hemû organîk e.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.