Rojnameya Ronahî

Roja Zimanê Zikmakî

Sîpan Şînda 

21’ê Sibatê ji aliyê netewên ne serbixwe ve weke Zoja Zimanê Zikmakî tê pîroz kirin. Armanca vê rojê ji ew e ku bal bê kişandin li ser zimanên li cîhanêde têne axaftin û bi taybetî ji zimanên statuyeka xwe ya fermî neyîn.

 Di 17’yê Mijdara 1999’an de, Meclîsa Netewên Yekbûyî ya Giştî biryar daye ku 21’yê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî bête pîroz kirin. Ji sala 2000 ê ve jî Netewên Yekbûyî dilxwe de çavdêriyê li ser vê rojê dike û raporan dinivîse. Lê belê weke tê zanîn, Netewên Yekbûyî zêde çi bandora xwe li ser dewletên desthilatdar nîne ku pêstûriyê li wan bike da ku pêşiyê li zimanên gelên bindest negirin. Gelo ev roj ji kîderê tê û çawa derketiye? Di 21 î Sibata 1952’yan de, gelê Bengladeşê li bajarê Dakayê li himberî Pakîstanê ji bo mafê parastina zimanê xwe xwepêşandanek pêkanîne. Di wê rojê de polîsên Pakistanî pênc xortên Bengladeşî dikujine û bi sedan kesan ji birîndar dikine. Ji wê rojê ve Bengladeşî 21 î Sibatê weke Roja Zimanê Navnetewî pîroz dikine. Ji hingê hetanî niha ve, ev roj li Bengladeşê weke cejneke fermî ya netewî ji tê pîroz kirin. Di 9 î Çileya 1998 an de du kesên ku eslê Bengladeşî ne û li Kanadayê dijîne (Rafîqul Îslam û Abdus Salam), nameyekê ji secreterê Netewewên Yekbûyî yê demê Kofî Annan re dişînin û pêşniyaz dikine ku 21 î Sibatê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve weke Roja Zimanê Zigmakî ya Navnetewî bête pejirandin da ku zimanên li cîhanê de bêne parastin. Di heman demê de ew pêşniyaz dikine ku roja 21 î Sibatê, weke roja bîranîna kesên ku di 21 î Sibata 1952 yan de, di xwepêşandana ji bo zimanê xwe hatîn kuştin de bête pîroz kirin. Di dawiyê de Meclîsa Giştî ya Netewên Yekbûyî, di 17 yî Mijdara 1999 an de biryarê dide ku 21 î Sibatê weke Roja Zimanê Zigmakî ya Navnetewî û bîranîna şehîdên Dakayê bête pîroz kirin.

 Bê goman hişyar kirina mirovan ya ji bo zimanê wan tiştekî baş e. Lê weke we li jorê ji xwendî, mixabin netewên bindest çi tişt bê bedel bi dest nexistine. Mêtîngeran û serdestan her tim zilm li ser bindestan kirine û xwîna wan rêtîne. Îro gelê Kurd vê tiştê ji hemî kesê çêtir dizane. Jiber ku eve sed sal in xwîna me ji aliyê mêtînger û serdestan ve tê rijandin, ziman, çand û netewa me tête qirkirin. Hinek Kurdên xemxurê zimanê xwe jî vê roja ku bi rijandinê xwînê hatî bi dest xisten pîroz dikine û dixwazine hişyarî û hişmendîyekê di derheqê parastin û axaftina zimanî de çêkine. Lê mixabin bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê, zimanê Kurdî ketiye di bin xetereyeke gelekî mezin de. Bişaftin derketiye asta herî bilind û ji xwe îro êdî pergal ne hewceye bi xwe çi bişaftinê ji bike. Derûniyek welê ketiye di nav Kurdan de û hişmendi û binhişîya Kurdan hatiye dagirkirin û ew bi xwe zarokên xwe ji Kurdî û axaftina Kurdî dûr digirine. Ango zarokên Kurdan bi Kurd xwidê didine û bi Tirk mezin dibine. Mixabin rewş li Bakûr evqasî ketiye di xeterê de. Welê xwiyaye ku ji xeynî hinek kesên xemxurê zimanî, ev rewş qet ne li xema çi sazî û dezgehên Kurdan de ye ji. Bi taybetî ji ev rewş qet ne li xema partîya sîyasî ya ku li Bakûr li ser navê Kurdan sîyasetê dike de ye.

Lê divê Kurd dest ji vê xemsarîyê berdine û zend û bendên xwe hildine û bi hemî hêza xwe li zimanê xwe xwedî derbikevine.