Çalakiyên hefteya çandê ya ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê ve hatiye organîzekirin berdewam dikin. Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê ku li Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê ku dane destpêkirin de şahiyek li navçeya Ehrezê ya Şehbayê li dar xist.
Çalakiyên hefteya çandê ya ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê ve hatiye organîzekirin berdewam dikin. Di vê çaroveyê de şahiyek li navçeya Ehrezê bi amadebûna bi sedan kesî ve hate lidarxistin.
Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê ku li Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê dane destpêkirin de şahiyek li navçeya Ehrezê ya Şehbayê li dar xist.
Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyê û alavên kevin hatibûn xemilandin.
Piştî rêzgirtinê, Rêveber Tevgera Kevana Zêrîn Rûmet Beko axivî û anî ziman ku çalakî wekî bersivdayîna binpêkirinên dagirkeran ên li dijî çanda gelê herêmê ye û tekezî li ser girêdana bi çanda gelê Efrînê ve tê organîzekirin.
Piştre jî, Koma Şehîd Silava ya Stranan, li gel dengê def û zirniyê stranên ji kevneşopiya Efrînê û yên şoreşgerî û Koma Viyan Soran dîlan pêşkêş kirin.
Di şahiyê de, şanoya bi navê “Dil û Mejî” û stranên şoreşgerî yên koma “Serdem” a zarokan hate pêşkêşkirin…ANHA






