Rojnameya Ronahî

Erdogan hewl dide Misrê li dijî vîna gelan biçewsîne

Idrîs Henan

12 sal navbera herdû serdanên Erdogan ji Misrê re hene. Di wê navberê de têkîliya herdû aliyan di zivrînokên hestiyar re derbas bûn û bi vekişandina karmendên balyozxaneyan û rawestandina têkiliyên diplomatîk re tacîdar dibe. Lê ya balkêş ew e ku têkîliyên aborî yên herdû dewletan bandor nebûn, berovajî, çendqatî bilind bûn û li gorî hinek daneyan; sala borî rêjeya 10 Milyar dolaran derbas kirin.

Bi destpêkirina raperînên gelan ên li dijî sîstemên destpot ên li Rojhilata Navîn, Erdogan piştgiriyek pir xort dide rêxistinên îslama radîkal. Li Misr, Tûnis û Lîbyayê Ixwan Elmislimîn, li Sûriyê û Îraqê jî DAIŞ û hemtayên wê yê Qayîde bûn. Erdogan dixwest bi desthilatkirina van koman re, sîstema xwe ya siyasî li herêmê ferz bike û civakê homohjen bike. Lew re têkiliyên stratejîk bi van koman re ava dike.

Çawa Mubarek li Misrê têk diçe, berê xwe dide wir. Heman salê, 2012 de, dema Ixwan li wir dibin iqtîdar, carek din berê xwe dide Misrê û piştgiriyeke bêsînor ji Ixwanan re radighîne. Ji xwe piştre jî, Mirsî diçe gel Erdogan li Enqerê, û destpêka sala 2013 an jî serokê Tirkiyê yê wê demê Gûl tê Misrê û daxuyaniya; “Di her warî de biryara avakirina hevpeymana stratejîk di navbera herdû welatan de” didin. Piştî demekê; wezîrê parastinê yê Misrê yê wê demê, Elsîsî serdana Tirkiyê dike û peymana hevkariya leşkerî ya bi 200 Milyon dolarî, ku balafirên bê mirov, keştiyên zirxî, wesayîtên veguhestina leşekrî û teknolojiyên din ên leşkerî vedihewîne, îmze dike. Lew re, wezîrê karê derve yê Tirkiyê Fîdan vê dawiyê digot ku ew ê balafirên bê mirov bidin Misrê.

Piştî hilweşîna iqtîdara Ixwan Elmislimîn 2013, Erdogan êrişên tund birin ser desthilatdariya li Misrê û weke “Derbeya li dijî serokekî hilbijatî” pênase kir. Aliyê xwe ve, Misrê jî Tirkiyê bi “fînansekirina terorê” tawanbar kir, ku Enqerê deriyên xwe ji rêveberên Ixwan Elmislimîn ên revyayî re vekirin. Piştî ku Sîsî jî dibe serokê Misrê, Erdogan tûj ser wî de diçe û dibêje ku ew qebûl nake pê re bi telîfonê jî biaxive!

Ev rewşa aloz navbera herdû dewletan de heya sala 2021 dewam dike, ku hinek daxuyaniyên Tirkiyê yên nerim derheqê Misrê de derdikevin. Lew re hinek hevdîtinên li ser astas saloxgeriyê dest pê dikin. Lê helwesta Misrê heya demekê jî tund dimîne ku ji Tirkiyê dixwest gotinên xwe li ser erdê pratîze bike. Bi destpêkirina Kûpya Cîhanê ya li Qatarê, Mijdara 2022, Elsîsî û Erdogan rastî hev tên û silava dest didin hev û din. Piştî wê jî Tirkiyê berê xwe dide alavên ragihandinê yên Ixwan Elmislimîn ên li dijî Misrê li Tirkiyê dixebitin û kapasîteya wan teng dike û gelekan jî derbeder dike.

Liv û tevgerînên xapînok ên Tirkiyê diyar dikin wê çendîn fêm kiriye ku bandora çeka Erdogan a Islama radîkal kêm bûye, ji ber wê jî polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas dikin. Ew yek jî di çarçoveya şerê li herêmê berfiretir dibe û têkîliyên ji nû ve dîzayîn dibin de pêk tê. Herdû welat hewl didin bingeha avakirina sîstema têkiliyên li herêmê diyar bikin. Lew re jî Tirkiyê li Lîbyayê tawîzan dide û berî demekê ragihand ku amade ye li beşa rojhilat yê Lîbyayê konsolxaneya xwe veke. Aliyê din jî hewl dide Misrê, navbera xwe û Yonanîstanê de, bike navbênkar û di derbarê gaza Behra Spî û sînorên deryayî de hinek lehvehatinan bikin. Ya herî girîng jî ku Erdogan li pey wê ye, aliyê heremî de, di derbarê pêşeroja Lîbya û Sûriyê de, hemahengiyekê bi Misrê re ava bike û wê jî bixe xizmeta projeya xwe ya dagirkirina herêmê. Ji bona vê jî, carek din li pey lihvkirina bi sîstemên li herêm re ye ku li dijî vîna gelan a azadî û demokrasiyê bloka iqtîdarê ava bike û otorîteya xwe ya gihaye keviyê hilweşînê, li ser lingan bihêle.