Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê kom dibe û şevbêrkên helbestan li dar dixe vê hefteyê şevbêrka xwe ya helbestê li Gundê Xirbezilê yê Çinarê li dar xist. Mêvanê vê hefteyê yê Koma Helbestê ya Amedê Helbestkar Roza Metîna bû. Roza anî ziman ku ji ber wê li gund di nav xwezayê de û bi germahiya gel re şevek hunerî parve kiriye gelek bextewar e û got: “Xizmeta ji bo zimanê dayikê û hunerê bingeha parastin a nasnameya civakî ava dike. Divê em ji bo nasnameya xwe her di nav têkoşînê de bin.”
Koma Helbestê ya Amedê ji du hefteyan carekê bi beşdarbûna helbestkarên cuda û mêvanan şevbihêrkên helbestan li Amedê li dar dixe. Koma Helbestê ya Amedê vê carê li Gundê Xirbizêlê yê Çinara Amedê di nav xwezayê û bi gel re şevbihêrka helbestê li dar xist. Zarok, jin, ciwan ên temenbilind bi dilekî xweş eleqeyek mezin şanî şevbihêrka helbestê dan. Bi xwendina helbestê, nîqaş, sohbetek germ û piştre bi lêdana erbaneyê şevbihêrk bi dawî bû. Herî zêde jinan eleqeyek mezin nîşanî şevbêrka helbestê dan û jinên ku beşdarî şevê bûn anîn ziman ku çand û hunera resen ji gundan tê û ew gelek şanazin ku li gund beşdarî şevbêrka helbestê bûne.
Helbestkar Roza Metîna ya ku mêvana Koma Helbestê ya Amedê ya vê hefteyê bû got: “Bi salane ku zimanê Kurdî bi zext û pêkûtiyen mezin rû bi rû dimîne. Gelek sazî û dezgeyên ku ji çand û zimanê Kurdî xizmet dikirin ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Lê ev pêkanîna Şevbihêrka Helbestê ya li gund nîşan dide ku gelê Kurd di nav qalibekî de û tenê di bin siya saziyan de zimanê xwe naparêzin. Gelê Kurd li her derê xwedî li ziman, çand, huner, dîrok û nasnameya xwe derdikevin. Ji ber ku di nav xwezayê de û bi germahiya gel re şevek hunerî me parve kir em gelekî bextewar in. Xizmeta ji bo zimanê dayikê û hunerê bingeha parastin a nasnameya civakî ava dike. Divê em ji bo nasnameya xwe her di nav têkoşînê de bin.”
ME BI HELBESTÊ JINÊN WÊJEVAN NAS KIR
Endama Koma Helbestê ya Amedê Sultan Yaray da zanîn ku wan bi saya Koma Helbestê ya Amedê jinên wêjekar ên nû nas kirine û got: “Ji bo em balê bikişînin ser zimanê dayikê û wêjeya Kurdî em beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûn. Me berê ji berhem û helbestkarên klasîk dest pê kir. Niha em helbestakarên nûjen bi saya Koma Helbestê ya Amedê nas dikin. Gelek helbestkarên jin me bi saya vê komê nas kir. Bi taybet jî jinên ku ked dane wêjeyê em li ser wan disekinin. Ji bo parastina zimanê dayikê divê em li helbest û helbestkarên xwe xwedî derkevin.”
EZ LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKETIM
Endama Koma Helbestê ya Amedê Ronahî Çelîk jî anî ziman ku dema ew beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûye ew bêtir li zimanê xwe xwedî derketiye û wiha got: “Dema ku ez beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûm min helbestkar û berhemên nû nas kir û nêrîna min a li dijî jiyanê guhert. Kêfa min bêtir ji zimanê min re hat. Me şevbihêrka xwe ya vê hefteyê li gund li dar xist. Bi xwezayê re em bûn yek. Ev ji bo me bextewariyek mezin e. Li gund çand û ziman bêtir pêş ketiye divê em li vê mîrateyê xwedî derkevin.”
ZEXT LI SER ZIMANÊ KURDÎ HEYE
Endama Koma Helbestê ya Amedê Gulîstan Korban da zanîn ku ji bo wêjeya Kurdî bê dîtin ew di nava hewldanekê de ne û got: “Em niha di nava pêvajoyek dijwar de ne. Gelek zext li ser ziman û wêjeya Kurdî hene. Ji bo wêjeya Kurdî bê dîtin em hewl didin. Dema Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin ji 15 kesan dest pê kir. Lê niha ev hejmar gelek zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku gel eleqeyê nîşanî ziman û wêjeya xwe dide. Ev koma bû sedem ku nîqaş û fikrên cuda derkevin holê. Ji bo pêşketina zimanê Kurdî ev kom gelek baş e.”…JINNEWS






