Rojnameya Ronahî

Di 58 rojan de rojnamevanan dîroka lehengiyê belge kirin

Zana Roj/ Şehba

Beriya 6 salan di van kêliyan de destanên efsanewî yên Berxwedana Serdemê dihatin hûnandin. Nivîsandina dîrokê bi destê şervanên azadiyê hat kirin û belgekirina wê dîrokê ji cîhanê re bi destê şervanên ragihandinê hate kirin.

Şopandina berxwedana serdemê, kêliyên qehremantiya şervanên azadiyê, lehengiya şer û fedayîtiya ku dihat kirin, çîrok û berxwedaniya gel di 58 rojan de li hemberî dagirkeriyê bi kamîreya şervanên ragihandinê hate belgekirin û bû malê dîrokê. Çapemenî di hemû kêlî û ziraviyên hurguliyên şerê ku di ser herêma Efrînê de hatiye de, rola xwe ya herî pîroz pêk anîn û li rex gel û şervanên azadiyê bûn eynika têkoşînê. Ragihandina azad bi hemû şaxên xwe di şerê Efrînê de pilanên dijmin têk birin. Herçiqasî ku dagirkerî bi pilan û hovîtiya xwe li ser Efrînê de hat da ku dengê heqîqetê bitepisîne, lê belê artêşa duyemîn Ragihandin ev yek bi pênûs û kamîreyên xwe têk birin û lehengiya 58 rojan kêlî bi kêlî ji cîhanê re ragihandin û belge kirin.

Têkildarî rol û têkoşîna artêşa duyamîn a ragihandinê di berxwedaniya serdemê de li Efrînê rojnemevana Jin TV Zîlan Hesen û rojnemevan Egîd Roj ji rojnameya me re axivîn.

`Efrîn di nava hesabên dijmin de bû`

Zîlan di destpêkê de bal kişand ser armancên dagirkeriya Tirkiyê bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê û wiha got: “Efrîn rista xwe ji şoreşa 19’ê Tîrmehê girtibû ku bibû hêviya gelên azadîxwaz û herêmeke bi berxwedaniya xwe û aramiyê dihat naskirin. Bê guman Efrîn bi van destkeftiyan her tim di nava hesabên dijmin de bû. Dagirkeriya Tirkiyê bi gelemperî her tim dagirkirina herêmên Bekur û Rojhilatê Sûriyê xistiye armancên xwe. Lê Efrîn ji ber rengê wê yê azadiyê, zengînbûna ser erd û bin erda wê, herwiha cihê wê ya stratejîk di asta yekemîn de ket nava hedefa dagirkeriyê. Bi wê yekê re êrîşên 20’ê Çilê yên 2018 an bi serpereştiya Tirkiyê û komên çete hat destpêkirin”.

Di hemû kêliyên berxwedanê de cih digirtin

Zîlan diyar kir ku wan cihê xwe di hemû kêliyên şer û berxwedaniyê de digirtin û wiha domand: “Li hemberî van planên navnetewî û bi rakirina 72 balafiran li ser esîmanê Efrînê, berxwedaniyek û seferberiyeke efsanewî ji aliyê gel û parastvanên welêt ve hat raberkirin. Di nava vê berxwedaniyê de em jî weke rojnamevan û nûçegihan di hemû kêliyên şerî û berxwedaniyê de cih digirt. Li hemberî dijmin bi hevalên çeperan re, di nava mertalên zindî de, herwiha di nava gel de, li hemû gund, navçe û navendên bajêr de me cih girt û em bûn şahidê rastiya vî şerî û heqîqeta gelê ku ji bilî têkoşînê tiştek qebûl nedikir”.

`Rojnamevanên Efrînê bi îsrar bûn ku heqîqeta berxwedaniyê û rastiya dijmin derxînin holê`

Zîlan bi van gotinan salvegera êrîşan bi bîr anî: “Bi rastî niha di van kêliyan de beriya 6 salan dîrokek ji berxwedaniyê, têkoşînê û êşê dihat nivîsandin. Dema ez niha van kêliyan tînim ser ziman em hîn jî wan rojan jiyan dikin û di bîra me de hîn zindîne. Tê bîra min rojekê em li gundê Ereba bûn, me xwest em hin çîrokên berxwedaniyê ji gel bigrin. Baregehên dagirkeriya Tirkiyê li gundê Xelîl bûn, mirov ne dikarî bi hesanî tevbigere, ji ber him balafir ser serê me digeriyan û him jî çete li hember me bûn,  dîmenên êriş û pevçûnan di destê me de hene. ku çawa em aliyekî bi gel re hevpeyvîn çêdikin û li aliyê din jî topbaran dibare ser herêmê. Ev yek heqîqet bû rûxmî wan teknîkan rûxmî hovîtiya êrîşan, lê hevalên me yên nûçegihan, rojnamevan bi îsrar bûn ku gav paş de navêjin û ji raya giştî re vîn, berxwedanî, têkoşîn û rastiya dagirkeriyê derxînin hole. Dagirkeriya Tirkiyê gotibû ku wê di 2 rojan de Efrîn vala bike û têk bibe. Lê li hemberî hêzên cîhanê û raya giştî em wek hêza ragihandinê û çapemeniyê me ji cîhanê re îsbat kir ku va ye berxwedaniya serdemê bi lehengî û fedekartiya şervanên azadiyê 58 rojan li ber xwe da”.

`Belgekirina êrişên dagirkeriyê û berxwedaniya gel kêlî bi kêlî dihate kirin`

Herwiha Rojnamevan Egîd di axaftina xwe de diyar kir ku wan bi belgekirina kêliyên destpêkê yên êrîşan ji raya giştî re ragihandin ku dagirkeriyê bi armancgirtina sivîlan êrîşên xwe dest pê kir û wiha pê de çû: “Erkên me di şerê Efrînê de giran bû, rol û misyoneke giran li ser milê hemû hevalên ragihandinê hebû. Em jî yek ji wan hevalan bûn ku me cihê xwe di vê pêngavê de girt, ku em bikaribin bibin dengê van şervanan, dengê lehengên ku serkêşî ji şerê berxwedana serdemê re kirine. Dema êrîş destpêkirin ew bombebaranên ku li navçeyên Efrînê û derdora bajêr hatine kirin, weke kêliyên destpêkê hemû bi dîmen û wêneyan hatin belgekirin. Di wê demê de çapemeniya Tirkiyê dida nîşan dan ku ew baregeh û navendên leşkerî hedef girtine, lê belgeyên me îsbat kirin ku hemû xelkê Efrînê, deverên hemwelatiyên Efrînê û cihên xizmetê tên hedefgirtin û ev yek jî rojevên me yên sereke bûn. Ew êrîşên di saetên 04:10 deqe di 20’ê Çileya 2018 an li derdor Efrînê pêk hatine me ew jî belgekirin. Ew dîmen dide xuyakirin ku artêşa Tirkiyê gelê sivîl armanc kir”.

`Bi kêm derfetan destan xêzkirin`

Egîd anî ziman ku ew bi kamîre û pênûsa xwe û bi derfetên herî biçûk dîroka berxwedaniya Efrînê xêzdikirin û wiha got:”Di wê demê de ewqas derfetên ragihandinê yên pêşketî di destê me de nîn bûn. Bi amûr û kamîreyên biçûk û kêm derfetan em tevlî vê berxwedaniyê bûn ku em bikaribin bibin perçeyek ji vê destanê. Bê guman zehmetiyên vî şerî û karê ragihandinê hebû, lê li hemberî berxwedana gelê me, berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê me jî xwe deyndarê berxwedana wan didît. Li ser wî esasî tu astengî û sînor me li pêşiya xwe nekirin bend”.

`Amûrên peywendiyê hatin qut kirin`

Egîd diyar kir ku ew di zanebûn û giraniya vî şerî de bûn, lewra xebatên parastina belgeyan hatin pêşxistin û wiha domand: “Em di zanebûn û berpirsyartiya şerê ku wê bê kirin de bûn. Di rojên destpêkê de weke qada ragihandinê me civînên xwe li dar xistin li ser esasê bi çi bedelî bibe em ê van kêliyan hemûyan belgebikin û ev belgên wê bên parastin. Di wê demê de ji ber giraniya wî şerî dorpêçek li ser herêmê di aliyê internêt û peywendiyê de hat çêkirin, ev yek jî bi destê dagirkeriya tirkiyê hat kirin. Ji bo ku rastiya vî şerî neyê ragihandin ji aliyê me de. Lê belê hemû hurguliyên wî şerî bi fedayetî hatin şopandin û belgekirin û ketin nava rûpelên dîrokê”.

`Di oxira vê berxwedaniyê de gelek can feda bû`

Egîd di vegotina berxwedaniya Serdemê de anî ziman ku di oxira vî welatî de gelek hevalên rojnamevan birîndar û Şehîd ketin û wiha got: “Di berxwedana dîrokî ya Efrînê de êrîşeke bi hêsanî nebû, dagirkeriya Tirkiyê ji hemû aliyan ve 7 navçeyên Efrînê bi bejayî û hawayî bombabaran dikir. Tesbît û derxistina heqîqetê li ser milê hemû hevalên rojnamevanan bûn, her kêliyê her saetê me cihê xwe li gundekî û eniyekî şer digirt. Di oxira vî welatî de û bilindkirina dengê gel û şervanên azadiyê her wiha tesbîtkirina hovîtiya dagirkeriyê gelek hevalên rojnamevan birîndar bûn û gihîştin Şehadetê. Şehîd Tolhildan Welat yê YPG’ê di 22 Çilê de li girê Qstel Cindo Şehîdket, her wiha di Adarê de li gundê Kefir Sefrê Rêheval Rohende Denîz di encama êrîşên hawayî de Şehîd dikeve. Rastiya vê berxwedanê bi riya van hevalan hat derketin. Me soz dabû û em xwedî biryarbûn ku çi dibe bila bibe divê em vî şerî belge bikin. Ew yek jî keda wan hevalên ku Şehîd û birîndar bûne ye, ne ya me ye, tenê em beşek ji vê berxwedaniyê bûn”.

`58 rojên berxwedana serdemê ket nava rûpelên dîrokê`

Rojnamevan Egîd Roj di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku armanca me û ya hemû rêhevalên rojnamevan ew bû ku ev şer û berxwedanî bikeve nava rûpelên dîrokê û wiha got: “Em bûn şahidê gelek rastî, hurgulî, jiyana şervanekî, komkûjiyên pêk hatine, berxwedaniya hemdemî ya gelê Efrînê û rastiya dijminê sed salî. Armanca hemû hevalên Rojnamevan û ragihandina azad ew bû ku ew kêlî bên belegekirin û ji raya giştî û cîhanê re bibe bersîv. Bi ked û qehremantiya ku me aniye ziman ev armanc pêk hatin û 58 rojên berxwedana serdemê ket nava rûpelên dîrokê”.