Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo Ji Bo Şermezarkirina Komploya Navneteweyî Meşeke Girseyî Hat Lidarxistin

15/02/2024
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo Ji Bo Şermezarkirina Komploya Navneteweyî  Meşeke Girseyî Hat Lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, Îro saet 11`an de bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo û gundewarên wê, bi durişma `Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka Kurd’ meşek li dar xistin.

Di meşê de endamên meclisa Qamişlo, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongireya Star, nûnerên Rêveberiya Xweser, Saziya Malbatên Şehîdan, tevayiya Saziyên Sivîl û Civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan Hildabûn û siloganên, bê serok jiyan nabe û bijî serok Apo, berz dikirin.

Meş ji çerxereya Osman Sebirî dest pê kir û heta stada 12`ê Adar`ê dewam kir. Herwiha beşdaran xuleyekî rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên azadiyê û tevayiya şehîdên ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan çanê xwe feda kirine sekinîn. Piştre Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

`Çareserî û kilîta pirsgirêka gelê azadîxwaz Rêber Apo ye`

Asya Abdullah da zanîn ku komploya li ser Rêber Apo li hemberî gelê kurdistanê, tevahiya gelan û li hemberî mirovahiyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: Rêber Apo ji bo bidawîkirina qirkirin û pinpêkirina li ser gelê kurd, têkoşîneke mezin meşand. Ji bo wê jî gelê kurd di pêşengtiya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê de derbasî qonaxeke nû bû. Herwiha li hemû qadên jiyanê têkoşîn mezin bû û fikirê Rêbertî bû malê cîhanê tevahî. Ji bo wê li Rojhilata Navîn çareserî û kilîta pirsgirêka gelê kurd û tevayiya gelên azadîxwaz rêber Apo ye.”

Asya di dawiya axaftina xwe de got, Em têkoşîn û berxwedaniya gel ya li dijî komployê û Rêberê berxwedana serdemê li Îmraliyê Silav dikin. Em tevayiya hêzên komploger û kesên ku di nav de cih girtin nalet û şermezar dikin. Hêzên komploger xwestin bi vê komployê roja me tarî bikin û hebûna gelê kurd ji holê rakin. Li dijî wê têkoşîna gelê kurd dest pê kir. Armanca wan ya sereke ew bû ku şerekî mezin di nava gelan de pêk bînin û têkoşîna azadiyê vala derxînin. Lê berxwedaniya Rêber Apo  komplo vala derxis û civakekî bi hêz ava kir.”

`Werin em bi hevre komplo û qirkirina li ser gelê xwe vala derxin`

Di heman Çarçoveyê de li ser navê mala birîndaran Ronahî Silêman di dest pêka axaftina xwe diyar kir ku ev Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo di salvegera ‏ 26’emin de şermezar dikin û wiha got: “Di sala 25’an a komploya navneteweyî de, hemû‏ ‏şehîdên xwe yên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tari bikin’ li dora Rêber Apo‏ ‏bûn çemberek ji agir, bi rêzdarî bi bîr tînin. Herwiha reman û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bû û îro cîhan tev Rêber Apo Rêberê xwe dibîne. Hêzên modernîteya kapitalist xwe ker û lal‏ ‏kirine li hember tecrida ku li ser Rêber Apo tê meşandin. Em wan hêzan‏ ‏wek hevkarên siyaseta qirij a hikumeta Tirk a faşist dibînin.‏”

Cîhan deyndarê Rêber Apo ye

‏Ronahî wiha dawî da axaftina xwe û got: “Pêwîste gelên cîhanê li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo‏ ‏pêk hatiye li hember wan hêzên ku di nava komployê de cih girtine, bertekên xwe‏ ‏yên mezin bidin nîşandan. Ji ber ku Rêber Apo bi şoreşa Rojava re gelê cîhanê‏ ‏ji belaya DAIŞ`ê xilas kir û cîhan tev parast, ji ber wê yekê îro Cîhan deyndarê Rêber Apo ye. Bi vê wesîleyê, em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jin û ciwanan û raya giştî‏ ‏ya demokratîk û dostên xwe dikin ku ji bo şikandina dîwarên tecrîda‏ ‏İmraliyê ku tê wateya qirkirina jin, xweza û mirovahiyê, li dijî komploya‏ ‏navneteweyî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rihê seferberiyê‏ ‏tevlî çalakiyan bibin.”

Komplo bi tu awayî serneket û ‏vala derket

Di heman demê de li ser navê Rêveberiya Xweser Kenan Berkat axivî û got: “25 sal li ser komploya navnetewî re derbasdibin û di heman demê de ev 25 salin ku gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz li hemberî komployê li ser piya ye. ‏Di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de ku ji bo wê digotin ‘Em ê hucre bi hucre‏ ‏bikujin, tune bikin’, Rêber Apo guhertina paradigmayê pêk anî, Rêber Apo‏ ‏fikrên nû yên bûn hêviya cîhanê afirand û dengê jiyana azad a ku hêzên‏ ‏hegemon dixwestin bibirin, gihand tevahiya cîhanê. Ji ber vê yekê jî careke din‏ ‏divê bê destnîşankirin ku komploya navneteweyî bi berxwedana Rêber Apo û‏ ‏rêbaza wî ya têkoşînê li Îmraliyê hate pûçkirin. Komplo bi tu awayî serneket û ‏vala derket.‏”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.