Monday, May 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşeroja rojnamegeriya kaxezî…

14/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Bi pêşketina teknolojiya hevgihîn û ragihandinê, bi taybet piştî pêşketin û belvbûna tora internetê û derketina alav û şêweyên nû yên ragihandin û hevgihînê, êdî mijara çarenûs û pêşeroja weşangerî û rojnamegeriya çapkirî (kaxezî) kete rojeva gelek dezgehên rojnamegeriyê li cîhanê. Li hin welatan weşana kaxezî ya hin rojnameyên kevin û navdar hate rawestandin, lê hin rojnameyan jî xwe li gorî pêla pêşketinê guhertin.

Eger mirov dîroka derketin û pêşketinên alavên ragihandin û hevgihînê bişopîne, dê bibîne ku ew alav her demê guherîn û pêşketinên teknolojyayê şopandine û xwe li gorî wê pêşketinê guhertine. Her wiha derketina alaveke nû û pêşketî ya berî xwe tune nekiriye. Weke mînak dema ku radiyo derket û belav bû, rojnamegeriya çapkirî (kaxezî) tune nekir, berovajî wê yekî, ronamegeriya kaxezî neçar ma ku xwe li gorî wê pêşketinê biguhere û naveroka xwe dewlemendtir kir û ji berê bêhtir guh da wêne û nexşkirina wêneyan û rengan. Herwiha derketina weşana TV`yê sînema tune nekir, lê belê her du qadan hevdû temam kirin.

Lê dema ku mirov behsa derketin û pêşketina internêtê dike û awayên weşanê yên li ser internêtê dike, pir diyare ku rojnamegeriya kaxezî dê bikeve pêşberî aloziyeke pir mezin û hewce bibe ku guherînên pir mezin pêk bîne da ku berdewam bike.

Weşana li ser internetê ango weşana elektronîk ne tenê agahiyan û nûçeyan bi lez û arzan û hêsan diweşîne, herwiha asoyên nû li pêşiya xwêner û şopîneran vedike, bi rêya awa û şêweyên hevbandoriyê (Interactive), şopîneran dike hevparê çêkirina naverokê û derfeta şîrove û derbirîna nêrînê jî peyda dike.

Li welatên rojava ku pêşengiya van guherînên teknolojiyê kirin, rojnamegeriya kaxezî bi lez hewil did ku xwe bi guherînan biguncîne. Piraniya rojnameyên wan welatan êdî çapên taybet ên iliktronîk diweşînin, her wiha dezgehên rojnamegreiyê her yek ji wan malpêrên xwe yên taybet birêve dibe. Ji bo ku karibin xwe di nava vê hevrikiyê de winda nekin, êdî ew dezgeh hewil didin ku çapa kaxezî û ya elektronîk ji hev cuda bikin, seranserî rojê agaiyan û naverokên cuda diweşînin, wêne, vîdeo, deng û rengan bikar tînin û derfetên hevbandoriyê ji şopîneran re zêde dikin.

Mirov nikare rewşa rojnamegeriyê yan jî çapemeniya Kurdî berawerdî ya cîhanê bike, ji ber ku rojnamergeriya Kurdî bi awayekî berdewam pêşneketiye. Lê bê guman hemû civakên cîhanê dê di vê cîhana global de rû bi rûyê heman pirsgirêkan bimînin.

Mirov dikare baş bibîne ku rojname û kovarên Kurdî yên kaxezî pir kêm têne xwestin û xwendin. Pir caran hin dezgehên ronamegeriyê hewil didin ku malpêrên elektronîk birêve bibin. Lê ev malpêr kopiyeke ziwa û bêdeng û reng a çapa kaxezî ye, lewma nikare bikeve şûna ya kexezî. Her çiqas weşana kaxezî hîna berdewam e, lê heme bêje civakê êdî ew derbas kiriye û li paş xwe hiştiye.

Tişta ku li pêşiya vê qadê ew e ku li gorî geşedan û pêşketinê, awa û şêweyên nû peyda bikin û sûdê ji hemû derfetên tekonlojiyê bigrin û karibin weşaneke pirreng, bi naverokên berdwam û rengîn û awayên afrêner yên hevbandoriyê pêk bînin.

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.