Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê talan û êşkence dewam dike

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Li Efrînê talan û êşkence dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zilm, hovîtî, wehşet û hemû kiryarên dij mirovahahî yên dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê li pêş çavên hemû cîhanê berdewam dikin. Çete û leşkerên dagirker her roj davêjin ser malên welatiyan, wan direvînin û dest datînin ser mal û milkên wan.

Hêzên Tirk ên dagirker avêtin ser mala welatiyekî Efrînê yê bi navê Mehmûd Osiko, ew birîndar kirin û dest danîn ser alavên wî.
Êrîş şeva Sêşemê hate kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, komên çete yên li navenda bajêr avêtin ser mala kesê bi navê Mehmûd Osiko. Dagirkeran êşkence li xwediyê malê kirin û dest danîn ser alavên wî.
Dema ku Osiko li ber dagirkeran rabû, çeteyên Tirk ên dagirker kêr li wî dan û ew birîndar kirin.

SÛK DORPÊÇ KIRIN SÊ KES REVANDIN

Sûka gel a li Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, ji hêla çeteyan ve dora wê hate pêçan û 3 kes hatin revandin.
Li gorî agahiyên xwecih çeteyên bi ser dewleta tirk de bi ser sûka gel de girtin, sûk dorpêç kirin.
Hate gotin çeteyan 3 kes ji sûkê revandine û heta danê nîvro hê jî ev dorpêça çeteyan didome.
Li Efrînê ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wan ve hatiye dagirkirin, her roj agahiyên li ser êşkence, tecawiz, talan û înfazê tên.

DAGIRKERAN SIVÎLEKÎ DIN REVANDIN

Hêzên Tirk ên dagirker li EFrînê kesekî bi navê Rifet Murad revandin.
Li gorî agahiyan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ciwanê 26 salî yê bi navê Rifet Mirad ku li Efrînê li dikanekê dixebitî, revandin.
Jêderên xwecih gotin Rifet Murad ê bi nifûsa gundê Kerkê ya navçeya Mabatê birin girtîgeheke li Tirkiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.