Rojnameya Ronahî

Hunermend Ronakbîrên civakê ne

Emîna Mihemed/Qamişlo

Seed Ferso yek ji Hunermendên kurd ku di sala 1958’an de li navçeya Amûdê ji dayîk bûye. Ferso ji zaroktiya xwe de ji hunerê hezdike, birayê wî û nemir Mihemed Şêxo piştgirtiya wî kirin da ku bibe hunermendek bi nav û deng. Herwiha 50’î awazên wî hene û ya yekem jî bi nave xwendin nebe kes naçe pêş, peyda dibin pir derd û êş.  

Hunera dengbêjî, stranbêjî  û muzîkjeniyê; hunerke mîna tevahiya  hunerên din, xwedî taybetmendiyeke cuda ye û nehêsan e. Ji ber ku pêwîstiya wê bi hestekî bilind û estetîkê heye. Ev huner li cem gelê kurd xwedî taybetmendiyeke mezin e, herwiha  heya astekê berbiçav pêşketiye.

Hunermend seed Ferso di derbarê jiyana xwe ya hunerî de ji Rojnameya me re axivî.

Seed Ferso di sala 1958`an de li gundê Tilerbît yê girêdayî navçeya Amûdê ji dayik bûye, wî zaroktiya xwe û xwendina xwe heya refa 6`an li gundê Tilerbît xwendina xwe temam dike. Piştî qedandina dibistana seratayî ew derbasî bajarê Qamişlo dibe û  xwendina xwe berdewam dike. Seed Ferso bîranîneke xwe bi mere parvekir û got: Rojekê ji rojan ez hatim male û min dît ku birayê min û nemin Mihemed Şêxo li Tembûrê didin, min jî ji kêfxweşiyê  û weke lîskekê rahişt tembûrê û min jî xwe fêr kir.  Ji zaroktiya xwe de ez ji hunerê hezdikim û ji wê demê ve ez li tembûrê didim û awazan dibêjim. Wê demê birayê min û nemir Mihemed Şêxo piştgirtiya min kirin da ku ez jî bibim hunermend. Lê piştî ku birayê min çû leşkeriya neçarî tu kes nema ku piştgirtiya min bike ji bona ku ez li tembûrê bidim. Malbata min jî digotin şerme ji te re ku tu li tembûrê dide. Ji ber vê yekê jî min dev ji karê hunerê berda û min xwendina xwe berdewam kir. Lê hewildanên min pir hebûn ku ez ji tembûrê qut nebim û ez diçûm cem hevalên xwe da ku li tembûrê bidim û bêhtir fêr bibim. Di sala 1078`an de dema ku min xwendina xwe bidawî kir ez bûm mamoste û min li gundên girêdayî bajarê Amûdê wane didina zarokan. Hem min ew fêr dikir û hem ez bêhtir fêr dibûm û di vê salê de ez di koma Aştî de bûm tembûrvan. Di sala 1081`ê de ez çûm leşkeriya neçarî û piştî ku min xilas kir, di sala 1085`an de li Şamê min perwerdeya hunerê li cem mamoste Hebîb Îsa didît û ez fêrî Ûdê bûm û peyre ez bûme serokê yekîtiya hunermendên şî’a û berpirsyarê koma hunerî. ”

‘Yekemîn awaza wî ya ku belavbûye bi navê “Xwendin nebe kes naçe pêş, peyda dibin pir derd û êş”

Ferso da zanîn ku yekemîn awaza wî ya ku belav bû bi navê “xwendin nebe kes naçe pêş, peyda dibin pir derd û êş” ev awaz jî di sala 1079`an de û di sala 1080`ê de hat weşandin û wiha anî ser ziman: “Heya niha 50`î awazên min bi zimanê erebî û hem jî bi zimanê kurdî belavbûne.Herwiha gotinê vê awazê jî ji helbestên Helbestvanê nemir seydayê Cegerxwîn e. Di heman demê de min mûzîka awazan çêdikin û dida koma Aştî û wan bi dengê xwe belav dikirn. Piştî wê bi demekî êdî min bi tena xwe mûzîk çêdikirin û di sala 1090`î de min kasêtek awazan derxist û di sala 1093`yan de jî min karsêta dudiyan derxist. Lê peyre nema êdî min kasêt derxistin. Ji ber ku kasêt gelek dem dibir û derfet bi min re tune bû, herwiha di demên berê de bêhtir awazên dawetan  dihatin guhdarkirin û belavkirin. Di wê demê de gelek destûr tune bû ku milet awazên xemgînî yan jî evînî guhdar bikin yan belavbikin. ”

‘Cihê ku lê karê hunerê dikir navê keça xwe Dîlan lêkiribû’

Seed Ferso daxwiyakirin ku ev nêzî 29 salin min cihekî hunerî bi navê Dîlana mûzîkê vekiriye, ev nav navê keça min ye ku di wê salê de çêbû bû. “Ji dema ku min cihê hunerê  vekiriye heya niha jî şagirtên min hene û ez wan fêrî mûzîkê û amûrên wê dikim. Herwiha armanca min ji vî karî ew e, ku hêviya xwe bi cih bînim û bibim hunermendekî bi nav û deng. Bi awaza min ya bi navê xwendin nebe kes naçe pêş, peyda dibin pir derd û êş, ev mûzîk pir hatiye bikaranîn û li gelek deveran min gotiye, di demên berê de ez gelekî di nava gelde digeriyam. Lê anha hunermend pir bûne û milet di riya tevlîzona de belav  dikin, lê ez mûzîkên xwe di riya enternêtê de belav dikim.”

‘Divê em xwedî li mûzîka kurdî derkevin’   

Hunermend Seed Ferso di dawiya axaftinên xwe de wiha got:“mûzîka kurdî mûzîkeke weke gola avê ye, gelekî vireye û weke ku dibêjin mûzîka kurdî û kurdê me bila sarbilind bin. Kelepora me kurdan gelekî dewlemende, hunera kurdî ne bes kêf û şahiye, hunera kurdî gelek tiştê dîrokî di nava xwe de dihewîne û gelek dewlemende û pêwîste ku em xwedî li mûzîka kurdî derkevin. Hêvêiya min ew e, ku hemû hunermendên kurd xwedî li hunera Kurdî derkevin û pêşbêxin û wê biparêzin.