Rojnameya Ronahî

Di komployê de gotinên xweziya…

Farûk sakik

Di 25 salan de, li ser komploya navneteweyî gelek tişt hatin nivîsandin. Gelek belge hatin bidestxistin. Gelek îtiraf hatin kirin. An jî gelek kesên bi salan bêdeng man û piştî demekê jî axivîn.

Ji van kesên ku piştî demekê dirêj bêdengiya xwe bi dawî kirin jî serokwezîrê Îtalya yê wê demê Massimo D’Alema bû. Rojnamevan Yusuf Alkan sal derbas bûn, li Îtalyayê bi Massimo D’Alema ji bo dokumanterek hevpeyvînek dîrokî çêkir. Yusuf Alkan bi vê hevpeyvînê, aliyek komployê yê tarî an jî aliyek komployê ku dihat meraqkirin, ronî kir. Çend merhaleyên komployê yên esas hebûn. Merheleya Îtalya-Roma jî ji van navendan yek bû.

Piştî ku komplo dihat nirxandin dihat gotin; xweziya serok ji Sûriyê derneketa. Xweziya Rêber Apo ji Rûsyayê derneketa. Xweziya Ocalan ji Romayê derneketa.

Ev navend Kurdan êşandibû. Dema ji deverek derdiket, Kurdan li ezmanan dinêrî her wek balafira ew têde ye ji wê derê derbas dibe. Rêberê xwe meraq dikirin. Kîneke wan a mezin li wê dewleta ku herî dawî jê derketî hebû. Yek ji van navendan Roma bû. Kurdan û dostên wan, herî zêde ji bo vî bajarî digotin; xweziya!!! Herkesî helwesta Amerîka ya di rojên ku Rêber Apo li Romayê bû meraq dikir. Massimo D’Alema wiha behsa helwesta Amerîka dike:

“Dema ku Almanyayê got, em Abdullah Ocalan naxwazin, Amerîka di vê mijarê de zextek pir tund da ser me. Serok Clinton li min geriya û got ‘ Abdullah Ocalan terorîst e, Tirkiye endam û mutefîkê NATO’yê ye. Divê Îtalya bi Tirkiyê re hevpar tevbigere û Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê bike. Helbet me ev yek red kir û got; na”. Dema kurd li Qada Çello di nav heyacana ku nêzikî Rêberê xwe bûne dikirin, tu kesî meraq nedikir ku li pişt perdeyan çi dibe çi diqewime. Ew konsantreyê aliyê xwedîderketin û parastina wî bibûn.

Roja fînala komployê ya li Kenyayê jî dihat meraq kirin. Di hevpeyvînê de Massimo D’Alema wiha behsa Kenya û revandina Rêber Apo dike; “Ji Abdullah Ocalan re gotin, em dikarin biçin Ewrûpayê, lê li ser rêya balafirgehê hat rawestandin, lê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve, ji aliyê dewletek din ve, ez nikarim bêjim kîjan dewlet. Di dawiyê de ew radestî Tirkiyeyê kirin.”

Rêber Apo cuda bû. Pêşdîtin û îhtimalên dida konjokturê yek bi yek rast derdiketin.

Li Romayê ji yên li gel xwe re gotibû, Ev yek wê li Enqerê bi dawî bibe. Îro roj komplo bê navber dewam dike. Têkoşîna li dijî komployê jî bênavber dewam dike.

Kurd vê carê dibêjin bila Rêber Apo ji navendek din jî derkeve. Ev car ev terk-kirin bi rizaya Kurdan e. Cihê ku jê derkeve (terk bike) Îmraliyê ye. Derketina ji Îmraliyê, azadiya wî ya fizikî ye. Berê me digot xweziya ji vê qadê derneketa. Ev daxwaz bû. Texmînkirina wê dewletê, digotin; Ev der belkî diha zêde bi ewlehî bû. Lê anha nabêjin xweziya azad bûya. Dibêjin em ê teqez Rêber Apo bi fizîkî azad bikin û wî ji wê esaretê rizgar bikin. Kurd ji hev re dibêjin, me nikarîbû wî di pêvajoya destpêka komplo yê de, li wan navendan biparasta. Ji bo vê yekê jî wan dewletan destûr nedida ku li wê derê bimîne. Lê îroj xeteriyek diha zêde heye û ji bo ku em nebêjin xweziya, divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Kurd êdî hemle, kampanya û têkoşîna xwe bi demê re bi sînor nakin. Yek dem, yek sînor, yek encam heye. Ew jî derketina ji Îmraliyê ye. Ango azadkirina Rêber Apo ye.