Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îranê çalakiyên gel berbelav dibin

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Li Îranê çalakiyên gel berbelav dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Îranê çalakiyên gel yên li dijî rewşa giran a jiyanê, nelirêtî, qutbûna av û ceyranê belavî navenda welat Îsfahan û gelek bajarên din bû.
Li Îsfahanê çalakger li dijî rewşa giran a jiyanê û qutbûna av û ceyranê daketin kolanan.
Çalakî ji aliyê esnafên bajar ve hate destpêkirin û şofêrên qemyonan ên di grevê de jî piştgirî dan çalakiyan. Şofêrên qeymonan ev hefteyek e di grevê de ne. Ji roja înê ya derbasbûyî ve li 30 eyaletan û 112 bajaran şofêrên qeymonan di grevê de bûn. Agahiyên nû yên têkildarî grevê nehatin bidestxistin
Çalakiyên prostestoyê belavî bajarên din jî bûn. Li bajarê Şast yê dikeve bakurê welat jî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de dirûşmeya ‘Bi van nelirêtiyan wê Îran tu caran negihe silametiyê û wê azad nebe.” Hatin avêtin.
Li bajarê Ahvaz yê dikeve başûr rojavayê welat perwerdekaran jî çalakiyek mezin li dar xistin. Çalakgerên ji tevahiya eyaleta Hûzîstan hatin li ber navenda perwerdehiya eyaletê li hev civiyan û daxwaza mûçeyên bilind kirin.
Karkerên Gara Zencanê jî roja Sêşemê çalakiyek li dar xist û daxwaza mûçeyên xwe kirin. Karkeran gotin ev 4 meh e mûçe wernagirin û 12 meh in ewlehiya teqawidbûnê wernegirtine.
Karkerên rêya trenê û hempîşeyên wan li bajarên Tebrîz, Şahrûd, Damkan, Semnan, Lorîstan, Andîmeş û Îslamşehir çalakiyên protestoyê li dar xistin û dest bi grevan kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.