Rojnameya Ronahî

‘PDK’ê xizmeta siyaseta  dewleta Tirk dike’

Navenda Nûçeyan

Rojnamevan Eziz Koyluoglu destnîşan kir ku PDK bi armanca bejwendiyên xwe yên malbatî û partîtiyê dewleta Tirk teşwîqî berfirehkirina dagirkeriyê dike û jê re dibêje, “Ez di xizmeta siyaseta we de me”.

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu derbarê siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û bandora wê de nirxandinên giring kirin.

Ezîz Koyluoglu bibîr xist ku di sîstema Rojhilata Navîn û cîhanê de guhertin çêdibin û şerê Îsralî-Hemas, korîdora enerjiyê ya ku tê hedefkirin ji Hindistan destpê bike û di ser Îsraîlê re derbasî Ewropayê bê kirin, wekî mînak dan.

Koyluoglu destnîşan kir ku ev rewş bandorê li ser Kurdistanê, rewşa Kurdan jî dike û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya wê ya bi PDK’ê re.

Ezîz Koygluoglu diyar kir ku şandeyên dewleta Tirk di demên dawî de li Iraq û Başûrê Kurdistanên hevdîtin kirine, dîsa Serokomarê Îranê Reîsî demek beriya niha serdana Tirkiyeyê kiribû û civîna Astanayê ku ev demek bû nehatibûn çêkirin careke din pêk hatiye.

Koyluoglu da zanîn ku li Astanayê rayedarên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê bi taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser bingehê dijberiya Tevgera Azadiya Kurd nîqaş meşandine.

Ezîz Koyluoglu bibîr xist ku dewleta Tirk ji 2015`an ve li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê dijî destkeftiyên gelên herêmê êrişên mezin pêk tîne û binçavkirin-girtinên li Bakûr, dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, dijberiya li hemberî referanduma Başûr û êrişên ser Herêmên Parastina Medya wekî mînak dan.

‘Stratejıya taybet dıjî başûr heye’

Rojnamevan Koyluoglu da zanîn ku dewleta Tirk dijî Başûr Stratejiyek dide meşandin û got:“ji sala 1982’yan ve êrişî Başûr dike. Li herêmê bi cîh bûye. Dibêje ez ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bicîh bibin. Ev jî tê wateya dagirkirinê.”

`PDK’ê xwe radest kir’

Ezîz Koyluoglu anî ziman ku dewleta Tirk 2023`yan li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê şikestinek mezin dît, lewma ketiye nava hewldana zêdekirina hevkarên xwe. Koyluoglu diyar kir ku wekî encama van hewldanan PDK’ê bi temamî xwe radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha dom kir: “Di encama zextên piştî referandumê de PDK’ê ji dewleta Tirk re got, ‘Hûn çi dixwazin ez amade me, ez di xizmeta siyaseta we de me, bi çi rengî bibe bila bibe ez ê hewil bidim li gorî daxwaz, berjewendiyên we tevbigerim`. Niha jî wisa tevdigere. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan li beramberî hev derxîne. PDK di vê mijarê de bi dildarî kar dike; ketiye nav qirêjiyeke pir mezin. Pênaseya xiyanetê ji bo PDK`ê kêm e, di rewşa niha de PDK’ê ne tenê hevkarê dewleta Tirk e, wê teşwîqî dagirkeriyê jî dike. Li gorî wan eger dewleta Tirk dagirkeriyê berfireh bike, ew ê jî berjewendiyên xwe yên partî, malbatê li herêmê bidest bixin. Kurd jî vê rewşê weke xiyanetê pênase dike.”

Rojnamevan Ezîz Koyluoglu diyar kir ku heke bi rastî siyaseteke PDK`ê ya Kurdistanî hebe, divê dest ji hevkariya dewleta Tirk berde. Koyluoglu destnîşan kir ku PDK’ê di pratîk de dijminahiya gelê Kurd dike, lewma divê Kurd bi hemû beşên xwe helwest nîşan bidin, PDK`ê neçar bikin ku dest ji siyaseta xwe berde. Koyluoglu got: “Bi nêrîna min Kurd dikarin bêyî PDK`ê kongreya neteweyî çêbikin û bi siyaseteke hevbeş li hemberî dijberiya Kurdan derkevin.

‘Dixwaze Îran, Iraq û YNK’ê jî bike hevkarên xwe’

Ezîz Koyluoglu bal kişand ser zêdebûna trafîka dîplomatîk a dewleta Tirk û got “Tirkiye dixwaze Îranê ji bo Başûrê Kurdistan û Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike hevkara xwe. Dîsa dixwaze Iraqê bike hevkarê vê siyasetê. Iraq heta niha nebûbe alîkar jî, li bemaberî firehkirina dagirkeriya dewleta Tirk helwest nîşan nedaye. Tirkiye dixwaze Iraq nebe hevkar jî bêdengiyê bidomîne. Herwiha dixwaze YNK’ê bike parçeyek vê hevkariyê. Li ser Serokê YNK`ê Bafil Telebanî zextê û gefên kuştinê lê dike, wî weke terorist pênase dike. Hakan Fîdan jê re gotiye `em dikarin te bifirînin`.”

‘Ti alî naxwazin bikevin eniya PDK`ê’

Di berdewamiya axaftina xwe de Ezîz Koyluoglu diyar kir ku tu berjewendiya Iraqê di vê hevkariya ku Tirkiye dixwaze de nîn e, lewma Iraq hevkariyê nake. Koyluoglu anî ziman ku her çiqasî pirsgirêka Îranê ya Kurd hebe jî, naxwaze bi Tirkiyeyê re di vê astê de hevkariyê bike, herwiha YNK jî naxwaze xwe bixe eniya PDK`ê, ji ber ku PDK li Başûr teşhîr bûye, êdî kes zêde nirx nade wê, tenê bi pereyan dixwaze di warê dîplomasî û bi riya çekdarên xwe hebûna xwe li Başûr bidomîne.

‘Dibe ku êriş zêde bibin’

Koyluoglu bilêv kir ku dewleta Tirk bi fikirandina wekî, “Ez ê teqez Kurdan bê îrade bikim û bighîjim hedefa xwe ya Rojhilata Navîn” tevdigere, lewma dibe ku êrişên wê yên li ser Bakur, Rojava, Başûrê Kurdistanê û bi taybet Herêmên Parastina Medyayê di meha Nîsanê de zêdetir bibin.

Ezîz Koyluoglu da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hevkariya dixwaze bidestnaxe, di encama êrişan de wê hîn lawaztir bibe û got: “Dewleta Tirk hebûna xwe ya jeostratêjîk winda kiriye, viya di siyaseta cîhanê de dewleta Tirk lawaztir kiriye.