Rojnameya Ronahî

Kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Birûc Resûl/Qamişlo

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Sibata 2024`an de bi Kampanyaya Komkirina Îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dist pê kir. Di vê çarçoveyê de Ferzende Munzir bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û desteyên mirovî kir ku rola xwe di doza Rêber Ocalan de bi cih bînin û dawî li tecrîdê bînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Ruxmî mercên dijwar ên li girtîgeha Îmraliyê jî, desthilata Tirk biryarên Desteya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan bin pê dike. Li gorî van biryaran nabe tu dewlet girtiyek ji hevdîtina malbat û muwekîlê xwe herî kêm 14 rojan qedexe bike, lê dewleta Tirk li pêşiya çav û guhên wan desteyan ji zêdetirî 13 salan ve polîtîkaya tecrîda mutleq li dijî Rêber Ocalan pêk tîne. Nahêle malbat û parêzer wî bibînin. Herwiha agahiyên derbarî wê de vedişêre. Hevdîtina dawîn a bi parêzerên wî re 7’ê Tebaxa 2019’an bû. Hevdîtina herî dawîn a rû bi rû bi birayê wî re bû di 3’yê Adara 2020’î de pêk hatibû. Herwiha peywendiya herî dawîn a bi rêya telefonê ku 5 deqe derbas nekir di 25’ê Adara 2021’ê de bû. Li ser vê bingihê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Sibata 2024`an bi kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan distpêkir, herwiha wê heya 4`ê Nîsanê dewam bike.

Di derbarê kampaniya komkirina Îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Berdevkê Insiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Apo Ferzende Munzir ji Rojnameya me re axivî. 

Ferzende Munzir balkişand li ser Kampaniya îmzakirinê û armanca wê wiha got: “Kampaniya Îmzekirinê ya ku ji bone meclise Ewropayê, herwiha ev çalakî jî piştî nîqaşekî hatin kirin ku ev meclis xwedî bandoreke mezine di Ewropayê de, di heman demê de li ser CPT, dadigiha Mafê Mirovan û Qumîta Wezîran. Dewleta Tirk a dagirker bi vî mecilsî re erkên wê hene. Di salvegera 25`an a Komployê, me xwest ku bi yekîtiye Meclisên Ewropayê re têkilî bikin. Armanc ji vê pêngavê ewe ku bal were kişandin li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku li ser Rêber Abdullah Ocalan Kompiloyeke Navnetewî hat meşandin û sûcên derqanûnî li ser têne meşandin û ev jî derveyê zagonên cîhanê ye. Sîstema dewleta Tirk a dagirker sîstemeke dervî zagonan e, ev 25 salin ku Rêber Abdullah Ocalan di şertekî pir giran deye, hewaye Imralî ji bo tendirustiya mirov pir xerabe û bandorekî neyinî li ser dike, ji ber ku di nava deryayê de ritûbeteke mezin heye û niha jî temenê Rêber Abdullah Ocalan gihîştiye 75`salan. Di nameya xwe de me bi taybet li ser vê rewşê balkişandiye ku azadiye Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Herwiha li ser vê mijarê zêdetirî 3`ê meliyon îmze wê werin komkirin, ev jî di hindirê Bakur û Rojhilatê Suriyê û di heman deme de kurdên ku li derveyî Surî jî wê îmzeyên xwe kombikin ji bone azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Beriye niha jî ev pêngav hatibû destpêkirin û bi tevlîbûneke xurt hat kirin, bi taybeyt bêkhateyên Ereb rolekê pir mezin di komkirina îmzekirina ji bo azadiye fîzîkî ya Rêber Apo. Di vê pêngavê de jî hêviya me bi gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê pir mezine ku vê tecrîdê bidin şikandin. Herwiha pêngava Îmza kirinê di 9`ê Sibatê de hate destpêkrin û wê heya 4`ê Nîsanê berdewam be.

Ferzende di nava axaftinên xwe de da diyarkirin ku dewleta Tirk guh nade biryara Komîteya Ewropayê ya qedexekirina îşkenceyê bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyan re û ew ji mafê hêviyê bê par hiştiye û hate gotin ku: Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û azadîxwazên cîhanê ji ber nedayîna agahiyan derbarê rewşa tendurstî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşer û fîlesûf Abdullah Ocalan de bi fikar in.

‘Pêngav bû tevgereke cîhanî ji bo azadî û demokrasiyê’

Ferzende di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “pêngava ku di cîhanê de belav bûye ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, emê heye dawî tekoşîn bikin. Di heman demê de me gelek Rêzexebat û çalakî li pêşiye xwe danîye, di nava van de jî konfirans li bajarê Reqa wê were li darxistin, ew jî girêdayê Komploya Navnetewî û azadiya Rêber Apo ye. Herwiha emê van nameyan ji saziyên navnetewî yên cîhanî re yên xwedî bandor re emê bişînin. Emê hewledanê herî mezin bidin û baweriya xwe hin zedetir bikin ku emê azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Kar û xebatên me di riya îmêlan de û têkiliyên me bi derveyê Sûeiyê re jî hene ku em Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin, pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê bû gelek bi wateye, ji ber kesên ku tevlî bûne, mirovên cihekî wan yên taybet di nava civak û raya giştî de heye, wek; Rewşenbîr, Hiqoqnas, Akadimisyen, feylesof, kesên ku xelatên nûbelê birine, wekî din jî rêxistinên civaka sivîl, sandîkeyên karkeran ku bi melyonan endamên wan hene. Herwiha roja destpêkirina kampaniya yê, di salvegera komploya navnetewî be ev jî nameyeke ji bo kesên komploger re. Kompilo cîhanî bû, pengav jî li hemberî wê cîhanîye. Pengava ku ji bo azadiyê bû, niha bû tevgereke cîhanî ji bo azadî û demokrasiyê.”

‘Emê Azadiye Rêber Apo pêk bînin’

Berdevkê Insiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber Apo Ferzende Munzir di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Li ser vî bingehî emê dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan bikin. Armanca bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ye. Baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekîtiya Ewropa heye ku dikare Tirkiye wekî endameke desteya NY’yê neçar bike ku biryarên desteyê pêk bîne. Em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û desteyên mirovî dikin ku bi erkên xwe rabe û bi taybet jî di doza Rêber Abdullah Ocalan û dawî li tecrîdê bînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”