Rojnameya Ronahî

Serkeftina Têkoşîna Me Pabendê Azadiya Rêber APO Ye

Idrîs Henan

Gelo hedefgirtinên paralel ên milîsên Îranê, artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, rejîma Sûriyê û çeteyên terorîst ên DAIŞ`ê, lihevhatineke xwezayî yan herikîneke ji rêk û pêk a tofana aloziya li Sûriyê û herêmê ye? Taybetmendî û sirûşta êrişan destnîşan dikin ku konsepta ji nû ve vejandina terorîzma DAIŞ hîna di dewrê de ye. Lew re berê hemû aliyên sedema kirîzê, Bakur û Rojhilatî Sûriyê ye. Di demekê de hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD li kampa Holê oparasyona Mirovî û Ewlekariyê dabûn destpêkirin, Îran  û Tirkiyê bi awayekî koordînekirî êrişî wê hêza demokratîk dikin û endamên wê şehîd dixin! Ev ne tiştekî tesaduf û ne ji rêzê ye. Diyare berjewendiyên herdû rejîmên Îran û Tirkiyê di armancgirtina Kurdan û gelên di bin sîwana Netewa Demokratîk de, digihînin hev û çi nakokiyên wan hebin di oxira tunekirina projeya demokratîk de ji holê radibin. Hewl didin aramî û ewlehiya li herêmê têk bibin û ji nû ve rêxistina teror a DAIŞ li dijî vîna gelan bidin şuxlandin.

Li gorî realîte û şîroveyên çavdêran û kesên pisporên Rojhilata Navîn, herdû rejîm û hêzên hegemoniya navendî, herêmê ji bo vegera terora DAIŞ amade dikin. Amerîka û welatên rojavayî hewl didin rêya berbelavbûna Çînê û Rûsyayê bigirin. Tirkiyê jî, di dosyaya ji nû ve zindîkirina DAIŞ de, navbera Îran û dewletên rojavayî de navbeyincîtiyê dike. Diyare hinek rol û misyonên nû dane çeteyên DAIŞ ku faşîzma Tirk rola motor di vê konseptê de dilîze. Her hal qebûlkirinek navneteweyî jî ji misyona faşîzma Tirk re heye ku li hemberî sûc û kiryarên wê bê deng in?

Îran jî xwedî heman berjewendiya Tirkiyê ye, lew re bi heman çeka wê ya terorê projeyên xwe bi cih tîne. Çendîn îdiayên wê cuda bin û xwe weke mexdûrê terorê nîşan bide jî, derewan dike. Herdû jî xwedî heman berjewendiyê ne û di mijara avakirina kaosa li herêmê bi gelek hêzên navdewletî re li hev dikin. Ancax kaos jî bi destê komên terorîst çêbibe ku him Tirkiyê û Îranê, û him Amerîka û Rûsyayê sûdê jê werdigirin.

Kesên ku li helwesta Amerîka û koalisyonê dinêrin, ferq dikin ku; di çarçoveya guherîn û veguherînên bi kok ên mezin li herêmê rû didin, taybet ên bandorê li şiklê hegemoniya navendî dikin ku li ser hesabê qelskirina hegemoniya Amêrîkayê li dunyayê firehtir dibe, fêm dikin ka çima Amerîka û koalisyon li hemberî  êrişên beredayî yên faşîzma Tirk bê deng û bê helwest in.

Li aliyê Urdinê êrişeke milîsên Îranê li dijî bargeheke Amerîka rû da, di encamê de 3 leşkerên wê mirin. Ji ber wê jî, balefirên wê li dijî milîsîn Îranê li Sûriyê û Îraqê, rêzebombebaran pêk anîn. Lê di hemû êrişan de kesekî bi nijada xwe Îranî nîn bû ne jî dikarîn potensyala wê ya pêkanîna êrişan ji nav bibe! Çavdêr dibêjin ku bersiva lawaz a Amerîka, weke vêxistina lempeya kesk ji Îranê re ye ku destdirêjiya xwe li herêmê dewam bike?

Yê me Kurdan divê bête zanîn ku pêşketinên dijminane yên bi komploya navneteweyî re koordînekirî ne, baş rave dikin ka komploger kîjan rewşa binkeftinê dijîn. Belê; mirov nikare derveyî konsepta komploya navneteweyî de ti wateyê bide van qebedaytiyên rejîmên dagirkerên Kurdistanê û navendên hegemoniya global. Yan jî wê kapasîteya lêhûrbûnê teng û ne têrker be. Ji ber vê jî, hemû alî li ser tunekirina sîstema demokratîk a Rêveberiya Xweser ku di bin sîwana Netewa Demokratîk de ava bûye de, li hev dikin û êrişên koordînekirî pêk tînin. Îca ne lihevhatin, lê belê konsepta qirkirina têkoşîna gelan a demokrasî û azadiyê di dewrê de ye. Ancax ev yek, li cihê ku fikrên Rêber APO pratîze bûne, pêkan be. Êdî çiqas dikarin an nikarin, mijarekî girêdayî cewherê rasteqîn a têkoşîna pabend û dilsozê azadiya Rêber APO ye.